Xeterîya jiyanê ya Gulcan a ku hewl dan wê bikujin didome 2022-12-09 08:35:50     AMED - Di rojên borî de Gulcan a ku hewl dan wê bikujin û li nexweşxaneyê tê razindin xeteriya wê ya jiyanê dewam dike.   Li navçeya Yenîşehir a Amedê li Taxa Gurdoganê di 3'yê Kanûnê de mêrê bi navê S.G. hewldabû ku Gulcan A. ya pê re zewicandî bikuje. Gulcan a ku giran birîndar bû, rakiribûn nexweşxaneyeke taybet.   Gulcan piştre jî sewkî nexweşxaneya dewletê hat kirin. Gulcan a ku hîna li heman nexweşxaneyê tê dermankirin xeteriya wê ya jiyanê dewam dike.