Kongra Star piştgiriya hemleya qedexeya hewayî kir 2022-12-08 11:08:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongra Star piştgiriya hemleya Hashtag a Rêveberiya Xweser kir ku dê 10`ê kanûnê ji bo ferzkirina qedexeya hewayî bê destpêkirin. Kongra Star banga tevlêbûna hemleyê li gelên herêmê û cîhanê kir.   Dewleta Tirk ji berê heta îro, bi taybeti ji 19'ê mijdarê yekcar bi balafirên bêmirov û biçek, balafirên şer û hemû cureyên çekên qedexekirî êrişê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi taybetî jî binesaziya herêmê, cihên xizmetguzariyê yên li herêmê tên wêran kirin. Ji bo qedexekirina hewayê ya ji balafirên şer re Rêveberiya Xweser xebatek da destpêkirin. Di çarçoveya xebatê de, di 10'ê kanûnê de li ser medyaya dijîtal hemleya Hashtagê tê destpêkirin. Di xebata ku bê kirin de banga qedexekirina hewayî bê kirin. Koordînasyona Kongra Star têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîsî da.   Di daxuyaniyê de bal kişand ser êrişên hovane ya li dijî herêmê, nexasim bi rêya balafirên şer, keşfên biçek û çekên qedexekirî û wiha hat gotin: "Di wan êrişan de sivîl, jin, zarok, sazî, cihê xizmetguzariyê û binesazî hatin hedefgirtin û li pêş çavên Rûsya û Amerîkayê komkujî li dijî gelê herêmê pêk hatin.   Em piştgiriyê didin hemleya Hashtag ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10`ê Kanûnê (Roja Mafên Mirovan a Cîhanê) de ji bo ferzkirina qedexeya hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide destpêkirin.   Em bang li hemû meclis û komîteyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêxistin û nûnertiyên li derve dikin ku beşdarî hemleyê bibin.    Dîsa em bang li tevahî jinên li sazî, rêxistin û tevgerên jinan ên li herêmê, Rojhilata Navîn û Cîhanê dikin ku beşdarî çalakiyê bibin."