Ji bo daneşina Hasret a hat qetilkirin banga tevlibûnê 2022-12-08 09:54:06   AMED - Saziyên jinan ji bo daneşîna doza Şervan Guler ê ku li Riyayê Hasret Tutal qetilkir banga tevlibûn kirin.   Li Rihayê di meha Cotmeha 2021'ê de Hasret Tutal ji aliyê Şervan Guler ve hat qetilkirin û derbarê kujer de doz hatibû vekirin. Daneşîna 2'yemîn a dozê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê dê sibe bê dîtin.   'Divê ez bibim dengê Hasretê'    Rêxisitnên jinan ên li Amedê ji bo daneşîna dozê banga tevlibûnê kirin û gotin, "Em bang li rêxistinên jinan, parêstvanên maf û hemû rayagiştî a demokratîk dikin ku ji bo darizandineke edlî bê kirin û dawî li qirkirina jinan bê anîn bibin dengê Haseretê."    Herwiha jinan diyarkirin ku ew ê saet di 90.00'an de bi hestaga #HasretTutalİçinAdalet re li ser medya dijîtal bin.