Nursel Aydogan: CPT di rastkirina şertên Birêz Ocalan de ne bêbandor e 2022-12-08 09:02:53     ENQERE - Siyasetmedar Nursel Aydogan da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan veguheriye ‘îşkenceya spî’ û da zanîn ku CPT 24 mehe diçe Îmraliyê lê dema mirov li realîteya wê dinêre, CPT di alî pêşîgirtina tecrîda li ser Birêz Ocalan de zêde ne bi bandor e.   Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Ev 20 mehe agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên gel wî agahî nayên girtin. Malbat û parêzer serî li Dadgeriya Înfaza Bursayê didin lê bi hincetên ‘qedexeya hevdîtina parêzeran’ û ‘cezayên dîsîplînê’ serlêdan tên redkirin. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkencê ya Konseya Ewropa (CPT) di 20-29’ê îlonê de hat serdana Tirkiyeyê û der barê serdanê de di 3’ê cotmehê de daxuyaniyek da û got di nav saziyên çûne serdana wan de Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê jî hebûye.  Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku muafîtiya Abdullah Ocalan dimeşîne, di 29’ê Mijdarê de daxuyaniyek da û got, "CPT di meha îlonê de çûye Îmraliyê lê birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê."   Siyasetmedara Kurd Nursel Aydogan der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hevdîtina ku Abdullah Ocaln bi CPT re nekirî de nirxandin kir.   ‘Em tecrîdê qebûl nakin’   Nurselê destnîşan kir ku Abdullah Ocalan herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtina dawî kiriye û wiha got: “Bi parêzeran re nikare hevdîtinê bike. Ev dijhiqûqiyek mezine. 21 sal e tecrîdek giran li ser tê meşandin. Tecrîd bi tena serê xwe rêbaza îşkencê ye. Bandorên tecrîdÊ li ser xweza mirovahiyê gelek girane. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Çi dibe bila bibe tecrîd nayê qebûlkirin. CPT di 29’ê îlonê de diçe Îmraliyê û bi vê re tabloyek nû derket holê.  Agahî hat ku CPT çûye Îmraliyê lê bi birêz Ocalan re hevdîtin nekiriye.”   ‘Pêvajoya pevçûnê rola birêz Ocalan carek din derxist holê’   Nurselê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji ber CPT bi Ocalan re hevdîtin nekiriye bi civakê re fikarên cidî derketine holê û birêz Ocalan yekane muxatabê çareseriya pisgirêka Kurde û yekane kesên ku paradîgma ku Rojhilata Navîn pêşdixîne, pêşkêş dike ye. Nurselê wiha dirêjî dayê: “Yekane kesê pirsgirêka Kurd çareser dike ye. Yaken kesê êrîşên li Rojava bide sekinandinê ye. Daxuyaniya dawî ya CPT bi fikare. Rayedarê CPT got bi girtiyan re hevdîtin kiriye lê derbarê ku bi Ocalan re hevdîtin kiriye an na de nirxandinek nekir. Me fêm kir ku Birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê. Me fêm kir ku ji ber parêzer nikarin biçin Îmraliyê birêz ocalan CPT protesto kiriye. Em behsa îradeya çareseriyê Birêz Ocalan dikin. Ligel ku AKP û MHP çareseriyê nagire ser zimanê xwe, di hewldaneke ku gelê Kurd biqedîne de ye. Başurê Kurdistanê dagir dike. Li Metîna û Zapê kîmeyewî bikar tîne. Teqîna li Stenbolê kirin hinet û êrîşê Rojava dikin. Ev êrîşên li her qadê bêguman girîngiya rola Birêz Ocalan jî datîne holê.”   ‘Wê civak xwedî li rêberê xwe derkeve’   Nurselê her wiha anî ziman ku di vê dema ku desthilatdarî dibêje ‘em ê Kurdan bikin bin axê’, sedemên cuda yên pêknehatina hevdîtina Abdullah Ocalan ya bi CPT re hene û wiha daxuyand: “Divê bi çalakî û bernameyan tecrîda li ser Ocalan bê hilweşandin. Divê desthilatdarî evqas ne rehet be. Birêz Ocalan di civakê de cihê wî pir cudaye.  Mirov heta îro xwedî li serokatiya xwe derketin û wê dîsa derkevin. Ev dijhiqûqî tu encamê nade.”   ‘Îşkenca spî pêk tînin’   Nurselê di berdewamiyê de wiha dirêjî dayê: “CPT ji despêka Abdullah Ocalan anîne Îmraliyê, diçû giravê. Abdullah Ocalan di pirtûkên xwe de behsa CPT dike. tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan veguheriye ‘îşkenca spî’. CPT 24 sal e diçe Îmraliyê lê dema mirov li realîteya wê dinêrin, CPT di alî pêşîgirtina tecrîda li ser Birêz Ocalan zêde ne bi bandor e. Kesek 24 sale tenê tê girtin.  Cezayê sê mehan yê dawî hatiye dayîn jî bi hinceta bi girtiyên din re axiviye hatiye dayîn. Piştî cezayên dîsîplînê em nizanin ku tên gel hev an na. Ne tenê îşkence, tecrîdek giran heye. Hinek parêzvanên mafê mirovan vê wek îşkenca spî vedinasînin. Îşkenceyek wisa heye, lê CPT hêz û rayeya xwe ji bo sererastkirina şertên Îmraliyê bikarnayne. Di çavên CTP de tecrîd 24 sale didome.  CPT dikaribû der barê çûyîna dawî de daxuyaniyê bide. Dikaribû sedema pêknehatina hevdîtinê ragîhine.”   ‘Erdogan ji bo hilbijartinan winda neke dibe ku deriyê Îmraliyê veke’   Nurselê dawiy aaxaftina xwe de anî ziman ku sê deman parlamenterî kiriye, AKP’ê baş nas dike, AKP partiyek pragmatîst e û wiha dawî lê anî: “Niha ji bo wan ya herî girîng pergala yek mêrî neguher e ye. Lê hinek rastî hene. Em ne di pêvajoya 2015'an de ne. Her tişt guheriye. Di rewşa tifaqa Millet û Cumhur bên hember hev, rola HDP’ê gelek girîng e. HDP dengan bide kîjan namzetî wê ew tifaq qezenc bike. Erdogan tabloya heyî ji me baştir dizane. Ji ber vê jî di dema hilbijartinan de dikare deriyên Îmraliyê vebike. Lê wê  beramberê vê bigire gelo. Salên 2015’an ba wê demê pêvajoya çareseriyê hebû dikaribû pêk bihata. Lê 7 sal derbas bû.  AKP’ê hemû hêza xwe ji bo qedandina Kurdan, HDP’ê û pêşengê wan bikaranî. Biser jî neket lê gelek windabûn çêbûn. Ev nayên jibîrkirin. Gelê Kurd vê jibîr nake. Ew jî dibêje ez ê şansê xwe biceribînim.  Lê di bin wê pirê de gelek av derbas bûn. Ji ber vê jî ev dem ne ew dem e.”