ROJEVA 08'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-08 09:00:00     * Hevseroka Odeya Avahîzanan a Amedê Selma Aslan a ku bermayiyên ku li Taxa Ben û Senê derketin holê wek “Sûrên duyemîn” bi nav kir û got pêwîste bermayiyên derketine rûyê erdê bên parastin û xebatek taybet bê kirin. BI DÎMEN    * Siyasetmedar Nursel Aydogan da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan veguheriye ‘îşkenceya spî’ û da zanîn ku CPT 24 mehe diçe Îmraliyê lê dema mirov li realîteya wê dinêre, CPT di alî pêşîgirtina tecrîda li ser Birêz Ocalan de zêde ne bi bandor e.   * Li Newala Nêrdûşê ya ku li qûntarê Çiyayê Cûdî cih digire, di aşê kevir ê dîrokî ku bi avê tê xebitandin kevneşopiya çêkirina tehînê bi destê jinê tê parastin. Emîne Nîbat, diyar kir ku zehmetiya karê wan gelek zêde ye lê ew hem çanda xwe diparêzin hem jî pê debara xwe dikin. DÎMEN HEYE   *Li dijî tecrîdê dê di 11'ê kanûnê de li Amedê meşek bê lidarxistin. Aktîvîsta TJA’yê û parêzer Pîrozxan Karalî diyar kir ku divê saziyên navneteweyî li Îmraliyê hevdîtinan bike û Rêvebera TUAY-Der’ê Muşeher Ulker jî destnîşan kir ku şêniyên Amedê dê li dijî tecrîdê tevlî meşê bibin. BI DÎMEN    *Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş metna pêşnûma destura bingehîn a maseya 6’an nixand û got: “Tirkbûn, sunnîbûn û mêrtî tê berdewamkirin. Li şûna Tirk Gelê Tirk nivîsin tu beramberê wê tune. Ev ne nûbûne. Ev tadîlat û restorasyone.” BI DÎMEN    *Endama Meclîsa Jinan a DAD û aktîvîsta Elewî Nergîs Guzel da zanîn ku li dijî qanûna tûrik wê ne dest ji têkoşînê ne jî dest ji bilindkirina deng berdin û got: “Wek her tim em dibêjin ‘Elewîtî nakeve tûrikê’. Em tu car vê qebûl nakin. Em ji bo vê têkoşîna xwe didomînin.” BI DÎMEN    *Dayika girtiyê bi navê Botan Tîmur yê li girtîgeha Tîpa F ya Wanê girtiye, Aslihan Tîmur da zanîn ku bi dehan carî îşkence li kurê wê hatiye kirin, ji ber tundiya lê hatiye kirin nexweşî lê peyda bûne û got: “Em vê îşkencê qebûl nakin. Heqeretê li mafê me dikin. Em ê li tu kesî serî netewînin.” BI DÎMEN