'Bi îfadeyên şahidan ku guhertin îfadeyên zarok red kirin' 2022-12-07 16:18:40     AMED - Parêzerê dosyayê Metîn Arkaş, diyar kir ku dê li dijî biryara bi hincet a beraetkirina endamê MHP’ê Cîhan Kayaalp ku ji ber sûcê “êrîşa zayendî ya li dijî zarok” tê darizandin, serî li cihên pêwîst bidin, di pêvajoya dozê de bi îfadeyên şahidan ku hatin guhertin re îfadeya zarok hat redkirin."   Serokê Giştî yê MHP'ê yê Amedê Cîhan Kayaalp ku bi sûcdariya "êrîşa zayendî ya li dijî zarok" û "Êrîşa li dijî azadiya kes"  hat binçavkirin û girtin, piştî ku bi biryara Navenda Giştî ya MHP'ê ji wezîfeyê hat girtin, di daneşîna ku dozê ya ku di 4'ê Mijdarê de hat kirin beraat kir û hat berdan. Dadgeha 13'emîn a Cezayê Giran a Amedê, sedema biryara hat dayîn eşkere kir.     Dadgehê, di sedema biryara ku eşkere kir de derbarê Cîhan Kayalp ê MHP'yî de sûcê "Êrîşa zayendî" meşrû kir û biryara beraetê parast.   'Şahid guhertin'   Parêzerê dosyayê Metîn Arkaş ku me sedema biryarê jê pirsî, diyar kir ku di sedema biyrarê de tê gotin ku delîlên şênber tune ne û berdewam kir, "Alîkarê Serokê Giştî yê MHDP'ê Semîh Yalçin li gel daxwazên me li dadgehê nehat guhdarkirin, li gel ku nehat gudarkirin jî di sedema biryarê de derbarê redkirina daxwazê de tu agahî nehat dayîn. Di bin zextê de bi îfadeyên şahidan ku hatin guhertin re îfadeya zarokê mexdûr hat redkirin."    Dê îtîraz bikin   Metîn, diyar kir ku ew ê derbarê biryarê de îtîraz bikin.