Malbatên girtiyan: Divê bê zanîn ku girtî tu carî poşman nabin 2022-12-07 16:17:18   ÎZMÎR - Malbatên girtiyan çalakiya "Nobeta Edaletê" li ber Girtîgeha Kiriklara Bucayê pêk anîn û gotin: "Poşmanî li girtiyan tê ferzkirin, gelo piştî 30 salan dê çima poşman bibin. Divê bê zanin ku tu carî poşman nabin."    Malbatên girtiyan ên Îzmîrê bi mabesta berdana girtiyên nexweş, ên înfaza wan hatine şewitandin û bidawîkirina tecrîda li girtîgehan, dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 147’an de li pêşiya Girtîgeha Kiriklara Bucayê pêk hat. Di çalakiyê de xizmên girtiyan pêşmalkên “Deng bide zindanan” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” li xwe kiribûn û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “heq, hiqûq, edalet”, “Biji berwxedana zindanan” û "Ji şer re na hema niha aştî" berz kirin.    Dayika Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Kiriklarê girtiye Sultan Yagmekan di çalakiya îro de axivî û got: "Em ferzkirina poşmaniyê qebûl nakin. Ev bû 10 meh em nobetê digirin. Edaleta wan nîne. Heke hebûya çalakiya me 10 mehan dom nedikir. Êdî sebra me nema. Em dayik in. Gelo hûn me fêm nakin, wijdana we nîne? Heke wijdan hebûya dê îro guhdariya me bikirana. Êdî bes e, heta kengê ev êş bê kêşandin? Zarokên me nexweş in, kurê min 10 rojan li nexweşxanê ma lê agahî nedan me. Li ku ye edalet? Ne wijdan û ne jî hiqûq heye. Nizanin edalet çiye. Nizanin mirovahî çi ye. Rojên borî girtiyek hat berdan lê piştre hat girtin. Dibêjin hûnê poşman bibin, gelo piştî 30 salan dê çima poşman bibin. Em tu carî poşman nabin. Heta dawiyê em ê têbikoşin û em ê li ser piyan bin. Zarokên me li ku bin em ê li vir bin."   Dayika Bayram Kaymaz ê li Girtîgeha Tekîrdagê girtiye Medîne Kaymaz jî di çalakiyê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Li hemberî daxwaza aştiyê şer tê kirin. Em tu carî li hemberî zilmê serî natewînin. Em ê li hemberî zilmê têbikoşin. Em şer naxwazin, em naxwazin xwîn birêje. Dewlet welatiyên xwe nafikire tenê pereyan difikire. Êdî bes e, bi wijdan tevbigerin û bila merhemet bikeve dilê we. Em ferzkirina poşmaniyê qebûl nakin. Bi zext û zilmê dewlet nabe. Em tu carî dev ji gotina aştî û edaletê bernadin."    Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.