Danişîna kujer Metîn Şengîl hat taloqkirin 2022-12-07 16:09:46   ŞIRNEX - Danîşîna yekemîn a kujer Metîn Şengîl ê ku Mîhrîban Alturk qetil kiribû hate dîtin. Bersûc Metîn Şengîl di parastina xwe de diyar kir ku komplo lê hatiye kirin. Doz taloqî 25’ê Çileyê ya 2023’yan hat kirin.   Mîhrîban Alturk (31) a li navçeya Qilebana Şirnexê dima, di 21’ê Nîsanê de ji aliyê Metîn Şengîl ê pê re hatibû zewicandin û piştre dest ji hev berdabûn, bi êrişa çekdarî re rûbirû ma. Dayika du zarokan  Mîhrîban bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Piştî ku rewşa Mîhrîbanê giran bû sewkî nexweşxaneyeke din hat kirin, Mîhrîban li heman nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Metîn Şengîl ku Mîhrîbanê qetil kir di 24’ê Nîsanê de hate girtin û ew şandin girtîgehê.   Derheqê Metîn Şengîl ê ku Mîhrîbanê qetil kir de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve îdianame hat amadekirin û hat xwestin ku bersûc Metîn Şengîl bi cezayê muebbetê bê cezakirin. Danîşîna yekemîn a bersûc Metîn Şengîl îro li 3’yemîn Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin.   Xizmên Mîhrîban Alturk, Tevgera Jinên Azad(TJA), Hevseroka Partiya Demokratik a Gelan(HDP) Sabuha Akdag, Rêxistina HDP’ê navçeya Qilebanê û Komeleya Berî her Tiştê Jin û Zarokan beşdarî danişînê bûn.   Parastina klasîk: Derûniya min ne di cih de bû   Kujer Metîn Şengîl li eywana dadgehê amade bû. Piştî tespîtkirina nasnameyan danîşîn, bi axaftina Metîn Şengîl berdewam kir. Metîn, di parastina xwe de îdîa kir wî ji Mîhrîban û zarokên xwe gelek hez dikir û got: "Ji ber malbata tim di navbera me de gengeşî çêdibûn. Min serî li cerdevantiyê kir lê ji ber nerîna malbata wê. Her wiha ez ê biçûma leşkeriyê ya operasyonê. Lê ji ber nêrîna malbata wê dîsa di navbera me de şer derket. Ji ber van gengeşî û nîqaşan biryara dûrxistinê ji min re hat dayîn û Mîhrîban ji bo veqetandinê doz li min vekir. Ez diçûm psikatriyê û min derman bi kar dianî loma zêdetir derûniya min ne di cih de bû. "   ‘Komplo li min hat kirin’   Metîn, di berdewamiya axaftina xwe de got jê re komplo hatiye kirin û got : “Piştî demekê Mîhrîban ji ber zexta malbata xwe got ‘min birevîne’ û bi vî awayî ji bo çûyînê min amadekarî kir. Mîhrîban got çekekê jî bîne û guleyê biavêjê hewayê ku jê were bawer kirin. Min jî 6 gule xist ber çekê. Di roja ku ez wê birevînim Mîhrîban çû sûkê û min ew li wir dît. Çawa ku dît ji erebeyê derketim û ligel xwişka wê jî dit. Wê çaxê min ferq kir ku bi xwişka xwe re komplo li min kirine. Ez bi hêrs bûm û min tifing derxist. Xwişka Mîhrîban Taybet ket pêşiya min û demekê di navbera me de rageşî derket di vê rageşiyê de 3 gule li dijî Mîhrîbanê hat reşandin. Çawa ku min dît ez matmayî mam ji ber ku keça min jî birîndar bibû. Ez çûm gel Mîhrîban ku wê bibim nexweşxaneyê. Di wê navberê de ji bo ku ji destê Taybetê bigirim du guleyên din jî li ser bedena Mîhrîbanê hate reşandin. Jixwe derûniya min ne di cih de bû û min nedizanîbû çi dikim. Ez jî bi vê yekê çûm çem û min tiving avêt çem.”   Xwest dozê veguherînê doza sîyasî   Piştî axaftina kujer Metîn Şengîl parezêra wî jî axivî û sûcên li ser muwekîla xwe înkar kir. Parezêr destnîşan kir ku ev jî yek ji dozên cînayetên jin û zarokên ku êdî bûne klasîk e. Parezêr, xwest dozê veguherîne dozeke sîyasî û got: “Muwekîlê min ê ku ne alîgirê HDP’ê ye ji bo lihevhatinê çûye gel wan. Her wiha xwişka Mîhrîban Taybet Uren ji muwekîla min re gotiye “Ez ê xwişka xwe bişînim Qendîlê lê naşînim gel te.”   Danişîn bi guhdarkirina 7 şahîdan ve berdewam kir. Şahîdên ku hatin guhdarkirin diyar kirin ku Mîhrîban gava direviya Metîn gule reşandiye û di dawiyê de guleyek li serê wê reşandiye.   Bavê Mîhrîban, Abdulkerîm Alturk di îfadeya xwe de anî ziman ku Metîn Şengîl ji keça wî re muameleyek wek koletiyê kiriye û got: “Min keça xwe da wî ne kole da. Min wî mirov hesibandibû. Ez naxwazim kesên wekî wî yê psikopat di nav civaka me de cih bigirin. Divê ew kes bi cezayê herî giran were darizandin.”          ‘Gefa mirinê lê hatibû xwarin’   Her wiha yek ji şahidên bûyerê xwişka Mîhrîban, Taybet Uren diyar kir ku Mîhrîban 8 sal in bi awayekî sîstematîk rastî tundiyê hatiye û got: “Xwişka min bi dehan caran rastî gefa mirinê hat. Xwişka min nedixwest bi Metîn re lihev were. Dixwest jê veqete û jê xelas bibe. Heke xwişka min bixwesta ku lihev werin dê malbata me bi xwe destûr bidaya.  Lê Metîn hertim li dora wê bû ew dişopand. Berîya bûyerê jî 2 caran li dora mala me zivirî û kifş kir. Di roja bûyerê de Metîn ji erebeyê derket û bi lez nêzî me bû. Xwişka min tirsiya û xwe spart pişta min. Dûvre Metîn çend gule reşand û Mîhrîban ji pişt min reviya çû aliyek din. Min alîkarî xwest û qirîyam. Di wê navberê de Metîn li pey xwişka min çû û 2 gule li serê wê reşandin.”   Parezêrê kujer: Sedema xwesteka cezakirinê ji ber sazîyên jinan û çapemeniyê ye   Parezêrê bersûc Metîn Şengîl jî xwest derheqê şahidan de ji ber şahîdîya derewî serlêdana gilîyê were kirin. Her wiha parezêr diyar kir ku muwekîlê wî bê sûc e û îdîa kir ku daxwaza cezakirina muwekîlê wî ji ber sazî û dezgehên jinan û çapemeniyê ku qetilkrina jinan dixin rojevê ye.   ‘Mîhrîban bi plankirî hat qetilkirin’   Parezêra Malbatê Nîlda Baltali jî daxwaza cezayê girankirina ji kujer Metîn Şengîl kir û got: “Metîn Şengîl ji hev veqetandinê nekariye qebûl bike û Mîhrîbanê bi plankirî qetil kiriye. Bi awayekî xemsarî ev qetilkirin pêk anîye. Her wiha bersûc ji aliyê zarokê de jî teşebûsa kuştinê kiriye. Ji ber van sedeman em dixwazin bersûc bi cezayê herî giran were darizandin.”   Piştî navberek kurt şandeya dadgehê biryara xwe aşkere kir. Ji bo temamkirina kêmasîya ewrakan doz taloqî 27’ê Çileyê ya 2023’yan kir.