Firina ku xizmetê dide 20 gundan hat hedefgirtin 2022-12-07 12:59:22       NAVENDA NÛÇEYAN - Firina yekane ya gundê Rebîat ê Zirganê ku nan dida zêdetirî 20 gund û bajarokan bû hedefa çekên giran.    Li gorî nûçeya Ajansa ANHA'yê gundê Rebîat ê li başûrê navçeya Zirganê ya Hesekê ku bi awayekî domdar duh ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve êriş lê hat kirin. Li gorî agahiyên ajansê, firina gund ku li herêmê yekane ye û ya welatiyê bi navê Nûrî Nûrî ye, cara yekê di 23`yê mijdara borî de hatibû hedefgirtin û zirarên mezin tê de pêk hatibûn. Li ser wê yekê firin bi temamî ji xizmetê derket.   Firinê pêdiviya nan a zêdetirî 20 gund û bajarokan peyda dikir û rojane 2 hezar û 200 rebteyên nan derdixistin. Piştî çend saetan ji belgekirina hedefgirtina firinê, artêşa Tirk carek din bi çekên giran kir hedef, lê asta zirara ku di encama topbarana duyemîn de çêbûye nehat zanîn.   Li gorî qanûnên navneteweyî, hedefgirtina cihên xizmetguzariyê qedexe ye û wek sûcê şer tê hesibandin û sûcdar tên cezakirin. Lê belê hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng in.