Bi wesayîtên fermî pankartên malbata Şenyaşar hatin veşartin 2022-12-07 12:41:48   RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 639 roj in berdewam dike. Pankartên malbatê yên li dîwarê edliyeyê hatine daliqandin bi wesayîtên fermî hatin girtin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 639’an de berdewam dike. Ber pankartên Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên li ber deriyê edliyeyê nobetê digirin nêzî hefteyeke bi wesayîtên fermî tên astengkirin.     Ferît Şenyaşar diyar kir ku nobeta wan a edaletê ket sala 2’yemîn û da zanîn ku rojê bi sedan kes tên edliyeyê. Ferît, bi lêv kir ku bêedaletî û bêhiqûqiya heyî herkes dibîne û wiha got: “Ji ber komkujiya li nexweşxaneyê li Pirsûsê parlamenterekê kir daraz bi kêrî tiştekî nayê û zilm berdewam dike.”   Ferît, anî ziman ku serdozgerê komarê şûna ku edaletê pêk bîne ji bo pankartên ku bi dîwar ve daliqandine neyên dîtin hem li aliyê çepê hem li aliyê rastê wesayît bicihkirine û wiha got: “Ev wesayît tenê ji bo pankartan asteng bikin li vir tên sekinandin. Armanca astengkirina pankartan a bi wesayîtan veşartina heqîqetê ye. Em mafdar in û têkoşîna me di rojeva Meclisê de ye. Heta ku ev neheqî û bê edaletî bi dawî nebe em ji ber deriyê edliyeyê neçin. Em ji serdozger re jî dibêjin ku heqîqet nikare were veşartin. Wesayîtên we yên li vir disekinin nikarin têkoşîna me asteng bikin.”