Li kolanên Stenbolê posterên Abdullah Ocalan 2022-12-07 11:29:59     STENBOL - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, li kolanên Beyoglu ya Stenbolê afîşên "Aştî nayê tecrîdkirin" û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  daliqand.    Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gelek deverên bajêr afîş daliqand.   Afîşên ku bi nivîsa "Aştî nayê tecrîdkirin" ku wêneyên Abdullah Ocalan li ser bûn, di serî de Beyoglû li gelek qadên bajêr hatin daliqandin.   Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê li ser hesabên medya dîjîtal ev daxuyanî da: "Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan û li hemberî polîtîkayên şer, yekane çareserî li Îmraliyê ye! Azadiya Birêz Ocalan wê ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bibe aştî û azadî."   Meclîsa Xwendekarên Demokratîk jî li gelek nuqteyên bajêr dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bi ciwanên pêşeng re ber bi civaka azad" nivîsand û bang li her kesî kir ku li ber tecrîdê rabe.