Malbatên girtiyan: Berxwedan jiyan e 2022-12-06 15:05:24   ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li ber Edliya Îzmîrê di roja 146'an de berdewam kir. Malbatan di çalakiya îro de da zanîn ku dewlet li her derê şer daye destpêkirin û got: "Em ê ji bo pêkanîna aştî û edaletê li ber xwe bidin. Berxwedan jiyan e."     Çalakiya malbatên girtiyan a "Nobeta Edaletê" 146 roj in berdewam dike. Malbatên girtiyan îro li ber Edliya Îzmîrê kom bûn û berdilkên li ser “Deng bidin zindanan” û “Ji girtiyên nexweş re azadî" li xwe kirin. Di çalakiyê de malbatan dirûşmên “Jin jiyan azadi”, “Heq, hiqûq, edalet" û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeyên Foça û Çeşme ya Îzmîrê tevlî çalakiyê bûn.    Hevseroka HDP'ê ya Çeşmê Menekşe Ecer, axivî û diyar kir ku bêhiqûqiya li girtîgehan wek polîtîkayeke dewletê tê meşandin û got: "Li girtîgeha Burhaniye girtiyê 74 salî Abdulhalim Kirtay heye û nayê tedawîkirin. Îro girtî sewqê cihê dûr dikin ku malbat neçin serdanê. Gelek malbat nikarin hevdîtina rûbirû pêk bînin. Girtîgehên wek Tîpên S û Y, tê wateya îzolekirina girtiyan. Ji diyalogê tên mehrûmkirin. Girtiyên nexweş yên rewşa wan giran e nikarin bi tena serê xwe bijîn, ev sêpandin jî bêtir wan girtiyan ber bi mirinê ve dibe. Ji bo tedawî û sererastkirina jiyanê divê rayedar bikevin nava tevgerê û divê rayagiştî jî hestiyar bin."    Dayika Bayram Kaymaz ê li Girtîgeha Tekîrdagê girtî ye Medîne Kaymaz jî wiha nêrînê xwe anî ziman. "Em dayikên aştî û edaletê ne. Dewlet li her derê şer daye destpêkirin, li her derê talan heye. Em êdî ji vê zilmê re dibêjin bes e û ji şer re dibêjin êdî bes e. Em aştî û edaletê dixwazin. Têkoşîna me heta bidawîkirina zilmê dê bidome. Em ji bo edalet û aştiyê hene û em ê ji bo pêkanîna vê li ber xwe bidin. Berxwedan jiyan e!"   Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan bi dirûşmayan qediya.