Xwendekarên dibistan û zanîngehan li dijî êrişên rejîmê, di grevê de ne 2022-12-06 12:36:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên hinek dibistan û zanîngehên Rojhilatê Kurdistan  û Îranê  yên piştî bangawaziyê dest bi grevê kirin, di roja duyemîn de grevê didomînin. Komek ji xwendekarên Zanîngeha Hunerê ya Şîrazê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji bo piştgiriyê bidin grevên giştî ew ê neçin zanîngehê û diyar kirin ku bêdengiya gel nîşaneya piştgiriya çewisandinê ye.   Li ser bangewaziyên berê yên ji bo grevên giştî yên rojên 5, 6 û 7’ê Kanûnê, xwendekarên gelek zanîngehên Îranê bi daxuyaniyê ragihandibûn ku dê beşdarî grevên giştî bibin û neçin zanîngehê. Di vîdyoyan de xuya bû ku xwendekarên li gelek zanîngeh û dibistanên Rojhilatê Kurdistan  û Îranê di dersan de ne amade bûn.   Telefonên xwendekaran tê kontrolkirin   Xwendekarên Zanîngeha Muntezerî ya Teknîkî û Pîşeyî ya li Meşheda Îranê jî dest bi grevê kirin. Ji ber nebûna wan a di dersan de, 7 ders û yek ji îmtîhanên nîvsala yekem ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve hatin betalkirin. Ji ber ku ewlekariya zanîngehê telefonên xwendekaran kontrol dike xwendekar nikarin grev û çalakiyan tomar bikin.   Xwendekarên hin dibistanan jî tevlî grevê bûn û neçûn dibistanê.   Komek ji xwendekarên Zanîngeha Hunerê ya Şîrazê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji bo piştgiriyê bidin grevên giştî ew ê neçin zanîngehê û diyar kirin ku bêdengiya gel nîşaneya piştgiriya çewisandinê ye.