Daneşîna doza Metîn Şengîl ê Mîhrîbanê qetil kir sibe tê dîtin 2022-12-06 10:45:10     ŞIRNEX - Danîşîna yekemîn a doza ku Metîn Şengîl ji ber Mîhrîban Alturk qetil kir jê tê darizandin dê sibehê bê dîtin. Xwişka Mîhrîbanê Taybet Uren, destnîşan kir ku divê kujer bi cezayê herî giran bê cezakirin ku ev ceza pêşî li kuştinên din ên jinan bigire û banga xwedîderketina li dozê kir.   Mîhrîban Alturk (31) a li navçeya Qileban a Şirnexê dima, di 21’ê Nîsanê de ji aliyê Metîn Şengîl ê pê re hatibû zewicandin û piştre dest ji hev berdabûn, bi êrişa çekdarî re rûbirû ma. Dayika du zarokan  Mîhrîban bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Piştî ku rewşa Mîhrîbanê giran bû sewkî nexweşxaneyeke din hat kirin, Mîhrîban li heman nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Metîn Şengîl ê ku Mîhrîbanê qetîl kir di 24’ê Nîsanê de hate girtin û ew şandin girtîgehê.   ‘Danîşîna yekemîn sibê ye’   Derheqê Metîn Şengîl ê ku Mîhrîbanê qetil kir de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve îddianame hat amadekirin û hat xwestin ku bersûc Metîn Şengîl bi cezayê muebbetê bê cezakirin. Danîşîna yekemîn a bersûc Metîn Şengîl dê sibe li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê were dîtin. Derbarê dozê de xwişka Mîhrîbanê û parezera Komeleya Berî her Tiştî Zarok û Jinan Nîlda Baltali axivin.   ‘Em ê şopdarê dozê bibin’   Parezêra Komeleya Berî her Tiştî Zarok û Jinan ku di heman demê de parezera malbata Berîvane Nîlda Baltali diyar kir ku sedema qetîlkirina Berîvan neparastina rayedaran e û got: “Mihrîban jinek e ku piştî tundiya bi salan çûye stargehekê û bi giştî 6 caran gilî kiriye. Lê hin giliyên wê bi neşopandinê bi encam dibin û rayedaran ew cidî negirtine. Lê dîsa jî wê li ber xwe daye. Bi malbata xwe re 6 mehan li benda encama doza hevberdanê ma. Tevî ku malbatê gelek caran li qereqola 300 metre dûrî mala wan gilî kir jî biryara parastina Mîhrîbanê ya ku hatibû girtîn nehat pratîzekirin û li kêleka zarokên xwe bi awayekî eşkere hat qetilkirin. Her wiha zarokek wê jî bi giranî birîndar bû. Em ê şopdarê doza Mîhrîbanê bibin.”   ‘Bila jin piştgiriyê bidin me’   Xwişka Mîhrîban Taybet Uren, destnîşan kir ku divê kujer cezayê herî giran bigire û ev ceza pêşî li kuştinên din ên jinan bigire. Taybet, wiha axivî: “Qetîlkirina xwişka min hemû ferdên malbata me gelek êşand. Bandora vê li ser malbata me hîn berdewam e. Her çiqas cezayê ku ji kujerê re were dayîn êşa me sivik neke jî em dixwazin edalet pêk were û ev ceza li hemberî kuştinên din ên jinan bibe asteng. Em ji bo doza sibehê bê dîtin bang dikin.  Em dixwazin jin li cem me bin û xwedî li doza me derkevin. Ji bo pêşî li tundiya mêr û zîhniyeta mêr bê girtin, Divê em bi hev re tevbigerin, bi hev re pirsgirêkan çareser bikin. Divê em herdem li cem hev bin ji ber ku em bi hev re bi hêz in, Bi hev re em dikarin bi ser bikevin. Divê em her tim bi qasî ku ji destê me tê li dijî tundiyê biqîrin û bêdeng nemînin.”