Dê îtîrazê girtina Şadiye Manap bikin 2022-12-06 10:41:27       STENBOL - Parêzera Şadiye Manap Elîf Taşdogen, diyar kir ku girtina Şadiyeyê tê wateya xespkirina "Mafê Hêviyê" û got: "Bi girtina Şadiyeyê hem malbat û hem jî Şadiyê tê cezakirin. Dê derbarê girtinê de îtîrazê bikin."    Şadiye Manap ku di sala 1992’yan de li Rihayê hate binçavkirin û li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê hat darizandin, cezayê muebbetê lê hat birîn. Şadiye ku dema hatibû girtin 24 salî bû, li gorî rêzê li girtîgehên Riha, Mîdyat û herî dawî jî Girtîgeha Jinan a Gebzayê hat ragirtin. Di dema girtîgehê de gelek caran hate îşkencekirin û piştî 30 salan di 1'ê kanûnê de hat berdan. Roja ku hat berdan hat binçavkirin û 4 rojan di binçavan de ma.  Şadiye duh anîn Edliya Kocaeliyê, piştî ku li dozgeriyê karûbarê wê yên îfadeyê qediya bi daxwaza girtinê sewqê Dadgeriya Cezayê Sulhê hat kirin. Li vir jî dadgeh biryara girtina wê da. Şandiye şandin Girtîgeha Girtî ya Tîfa F a Kandirayê.     Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û parêzera Şadiyeyê Elîf Taşdogen derbarê mijarê de axivî. Elîf, diyar kir ku derberê gelek kesan de lêpirsîn hatiye vekirin lê heta niha îfadeya gelek kesan jî nehatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Roja hat berdan hincet nîşandana bendewariya nivîsê û binçavkirina wê ne hiqûqî ye. Muvekîla me derbarê lêpirsîna 2020'an de di tîrmeha 2021'an de îfade dabû dozgeriyê. Dosya ya sala 2020'ê ye lê belê piştî 2 sal şûnde, roja ku hat tehliyekirin mînaka nivîsê tê xwestin. Ev tişt ne heqûqî ye û helwesteke neyînî ye."   Parêzer Elîf, da zanîn ku li hemberî Şadiyeyê "hiqûqeke taybet" hat meşandin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), derbarê 'mafê hêviyê' yê Ocalan û girtiyên din ên li Tirkiyeyê de nirxandin kiribû, her wiha diyar kiribû ku gelek girtiyên ku diviya bên berdan heta niha nehatine berdan û ev tişt jî îşkenceye. Mirov dikare di şexsê Şadiye Manap de wiha mijar binirxîne, piştî 30 sal şûnde Şadiye hat berdan û hêj ji deriyê girtîgehê derneket carek din hat binçavkirin û hat girtin. Serbestberdana wê bi kilfeke hiqûqî hat astengkirin û ev tişt tê wateya xespkirina 'mafê hêviyê' Bi vî rengî Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) a qedexeya îşkenceyê hate binpêkirin."    Elîf, da zanîn ku derbarê girtina Şadiyeyê de dê îtîrazê bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di vê pêvajoyê de ne tenê Şadiye malbat û hezkiriyên wê hatin mexdûrkirin. Girtina Şadiyeyê tê wateya cezakirina wê û malbata wê."