ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-06 09:00:00   *Jinên Siyasetmedar têkildarî rewşa girtiyên nexweş ên ku herî zêde ji tecrîda di girtîgehan de bi bandor dibin, wiha gotin: “Sîstema heyî di nava girtîgehan de mîna şerekî polîtîkayê dide meşandin. Siyasetmedar bi awayekî nehiqûqî têne girtin û zihniyeta heyî ya niha hewl dide wan di nava girtîgehan de bifetisîne. Heta cenazayê wan derbikeve jî şert û merc têne asêkirin. Divê li hemberî vê bi taybetî ji bo girtiyên nexweş em bibin deng.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka OHD'ê ya Şaxa Amedê Ozum Vurgun, diyar kir ku di rastiyê de, CPT ku weke saziyeke bêalî tevdigere, êdî di vê pêvajoyê de bêalîtiya wî nemaye, bi tevahî dewletparêz e û  li gor dewletan nêz dibe û got: "Nêzîkatiya Abdullah Ocalan a li vir bi rastî jî gelekî zelal e. Pir eşkere nîşan dide ku ew bêalîbûna xwe eşkere nake. CPT gelek caran çûye Girava Îmraliyê û derbarê vê de tu rapor û agahî nedaye." BI DÎMEN    *Ozlem Gumuşten a ku navê Jîna Amînî li pitika xwe kir, diyar kir ku wan bi vê helwesta xwe xwestine nav û barxwedana Jînayê bidin jiyîn û got: “Jîna bû sembola berxwedan û raperînê. Jinên ku li dijî faşîzm û rejîmê têdikoşin dê bi ser kevin.”   *Danîşîna yekemîn a Metîn Şengîl ku Mîhrîban Alturk qetil kir dê sibehê were dîtin. Xwişka Mîhrîban Taybet Uren, destnîşan kir ku divê kujer cezayê herî giran bigire û ev ceza pêşî li kuştinên din ên jinan bigire.