Li Îranê ji bo îfadeyê gazî hunermendên jin kirin 2022-12-05 15:27:40       NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana li Rojhilatê Kurdisan û Îranê didome. Li dijî vê serhildanê tundî û êrişên Rejîma Îranê jî didomin. Rejîma Îranê ji bo îfadeyê gazî hunermendên piştigiriyê didin serhildanê kir.    Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin di hefteya xwe ye 12’emîn de didome. Ji hunermend, aktor û werzîşvanan heyanî hemû kesên di nav civakê de piştgiriya serhildanê dikin. Hêzên rejîmê herî dawî gazî hunermend û aktoran kir ku ji bo serhildanan daxuyaniya piştgiriyê dabûn. Li kêleka wê zext û gefên li hemberî xwepêşandanan berdewam dikin, li gorî agahiyan gelek kes hatine girtin.   Hunermendan digirin   Du aktirîstên girîng ên sînemaya Îranê Shaqaeq Dehghan û Elnaz Chakradoost piştî ku ji bo piştgiriyê daxuyanî dan ji bo ifadeyê gazî wan kirin ku biçin serdozegeriya komarê ya Evînê. Yek ji endamên komîsyona şopandinê, li ser şert û mercên hunermendên girtî diyar kir ku li Îranê di serhildanan de ji 40’an zêdetir derhênerên dîmenan hatine girtin.   Çalakiya grevê   Ji bo piştgiriya serhildanê esnaf û gel li gelek bajarê Rojhilatê Kurdistan û Îranê di greva giştî de ne. Esnafan dikanên xwe venekirin ji bajarên Kerman, Sistan ve Belucistan, Bandar Abbas, Arak, Kazerun, Gilan, Şîrazê bigre heta bajarên din ên Îranê esnafan kepengên xwe venekirin û li hemberî zext û komkujiyên ku bi salan e berdewam dikin nerazîbûna xwe nîşan dan.