'Hedefgirtina Desteya Perwerde û Fêrkirinê hedefgirtina siberoja me ye' 2022-12-05 14:33:39       QAMIŞLO - Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê têkildarî teqîna vê sibehê ya li Qamişloyê diyar kir ku ev teqîneke plankirî bû û hat gotin:"Em vê êrişa hovane şermezar dikin, tu hêz nikare îradeya me bişikîne û pêşeroja me tarî. Careke din em ji dost û dijminê xwe re dibêjin em ê bi xurtkirin û pêşxistina perwerdeya xwe û zarokên xwe bersiva herî xurt bidin dijminê xwe."    Di saetên vê sibehê de li navenda Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ya li Qamişloyê erebeyek hat teqandin. Têkildarî wê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê daxuyaniyek li cihê teqînê da.   Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê berdevka Nivîsgeha Jinan a Desteya Perwerde û Fêrkirinê Henan Iniz ve û bi zimanê erebî ji aliyê cîgirê Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrikirinê Feysel El Xidir ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hate gotin: "Tê zanîn ku bi salan e dewleta tirk a dagirker bi hemû awayên şerê qirêjî êrişî herêmê û pêkhateyên wê dikin. Her roj bi rêbazên cuda li ser gel û saziyên sivîl komkujiyan pêk tîne.   Erebeya ku karmendên Desteya Perwerde û Fêrikirinê ya Herêma Cizîrê dibe û tîne, hatibû mayinkirin û di seata kombûna karmendan de êrişeke hovane pêk hat. Wekî tê zanîn bi sedan karmendên desteyê hene û di seata kombûna karmendan de êrişeke bi vî awayî plana komkujiyeke mezin bû.   Bi salan e dewleta tirk a dagirker bi van komkujiyan û plankirina komkujiyan dixwaze çavê me bitirsîne, îradeya me bişikîne û me teslîm bigire. Hedefgirtina Desteya Perwerde û Fêrkirinê hedefgirtina siberoja me û zarokên me ye.   Em bang li hêzên DYA, Rûsya, hemû hêzên neteweyî û navneteweyî dikin  ku vê hovîtiya dewleta tirk a dagirker bibînin û jê re bibêjin êdî bes e. Bêdengmayîna wan hêzan tê wateya şirîkiya vî karî.   Em vê êrişa hovane şermezar dikin, tu hêz nikare îradeya me bişikîne û pêşeroja me tarî. Careke din em ji dost û dijminê xwe re dibêjin em ê bi xurtkirin û pêşxistina perwerdeya xwe û zarokên xwe bersiva herî xurt bidin dijminê xwe.”