Şêniyên Waşokaniyê li dijî tecrîdê meşiyan 2022-12-05 14:24:13       NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran şêniyên Waşokaniyê daketin qadan û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin.    Bi sedan koçberên Kampa Waşokanî ya girêdayî Kantona Hesekê - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Di meşê de alên Kongreya Star, wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Bi ruhê berxwedana Îmraliyê em ê komploya 9’ê Cotmehê û xeta îxanetê têk bibin” hatibûn hilgirtin. Meşê li ber Meclisa Kampa Waşokanî dest pê kir û li ber Navenda Rêvberiya Kampa Waşokanî veguherî mitîngê.   Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Kongreya Star a Kampa Waşokanî daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star a Kampa Waşokanî Îman Mihemed ve hat xwendin.   ‘Projeya Netewa Demokratîk tê hedefgirtin’   Îman Mihemed têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan wiha axivî: “Tecrîda li ser Rêber Ocalan tecrîdek li ser mirovahiyê ye. Îro êrîşên ku li ser herêmên me pêk tên yek ji planên berdewamkirina tecrîda li ser Rêber Apo ye. Hemû tişt girêdayî hev in, dewletên navneteweyî çawa ku li hember êrîşên niha bêdeng in, di dema komploya li ser Rêber Ocalan û tecrîda ku niha tê meşandin de bêdeng bûn. Hemû jî heman siyasetê dikin û armanca wan yek e. Dixwazin bi tecrîd, êrîş û hedefgirtina jinan projeya Neteweya Demokratîk a ku gelên li herêmê xwe li ser bi rêxistin dikin, têk bibin. Me xeta berxwedanê hilbijartiye bi ruhê felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê hemû planên qirkirinê têk bibin û bigihîjin azadiya fizîkî ya Rêber Apo.”   Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê “ bi dawî bû.