Masoumeh a ji tundiyê reviya ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin 2022-12-05 14:06:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Masoumeh a 17 salî ku ji aliyê mêrê di temenê xwe yê zarokatiyê de hat zewicandin bi tundiyê rû bi rû ma û ji ber vê sedemê vegeriya mala malbata xwe, piştî zexta eşîretê ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin.   Komkujiyên jinan li gelek welatên cîhanê bi hincetên cuda tên jiyîn, li Îranê bi awayekî bipergalî di bin navê “namûs” û “parastina rûmeta malbatê” de jin tên qetilkirin. Li gorî rojnamevan Sîna Qalandarî bûyereke ku li Ahwaza paytexta parêzgeha Xuzistana Îranê hat jiyîn parve kir, zarokeke keç a  17 salî ji aliyê bavê xwe ve hat qetilkirin. Kujer cenazeyê keça xwe di nava betaniyê de pêça û danî ber mala Şêx Taifeh.   Bi zexta eşîretê hat qetilkirin   Rojnameger û çalakvan Sîna Qalandarî di tora medyaya ditîjal Twitterê de wiha nivîsand: “ Masoumeh a 17 salî bi zexta malbatê di temenekî biçûk de hat zewicandin. Beriya demekê ji ber tundiya dît, xwe spart mala bavê xwe. Bavê 45 salî yê Masoumeh, piştî ku zexta eşîretê keça xwe di bin navê 'namûsê' de qetil kir, cenazeyê wê jî anî ber mala serokê eşîrê Şêx Taifeh.”   Hate hînbûn ku kujer pişt re hatiye binçavkirin û li xwe mikur hatiye. Tê parvekirin ku ji ber di îfadeya xwe de gotiye “min ji ber parastina namûs û rûmeta malbata xwe kuşt” tê pêşbinîkirin ku kujer ceza negire.