Hejmara 5'emîn a Kovara Jinên Ciwan 'Silava' derket 2022-12-05 12:49:00     NAVENDA NÛÇEYAN  - Hejmara 5'emîn a Kovara Silava bi manşeta 'Bi fedayîtiya Helbest û Rûkenan em bi ruhê PKK'ê dijîn, ber bi azadiyê ve dimeşin" gihîşt ber destê xwendevanan.   Kovara Jinên Ciwan 'Silava' bi hejmara xwe ya pêncemîn a dawiya sala 2022 derket. Di vê hejmarê de Kovara Silava balê dikşîne ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên li dijî gerîla têne bikaranîn û bi bîr dixîne ku 17 gerîlayên bi van çekên qedexekirî jiyana xwe ji dest dan.    Kovarê her wiha cih da serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi pêşengiya jinê tê kirin.