Şadiye Manap a 30 sal şûnde hat berdan, dîsa hat girtin 2022-12-05 11:24:20     KOCAELÎ - Şadiye Manap a ji Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê piştî 30 salî hat tehliyekirin, hat girtin.    Şadiye Manap ku di sala 1992’yan de li Rihayê hate binçavkirin û li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê hat darizandin, cezayê muebbetê lê hat birîn. Şadiye ku dema hatibû girtin 24 salî bû, li gorî rêzê li girtîgehên Riha, Mîdyat û herî dawî jî Girtîgeha Jinan a Gebzayê hat ragirtin. Di dema girtîgehê de gelek caran hate îşkencekirin û piştî 30 salan di 1'ê kanûnê de hat berdan.    Şadiye, piştî ku kar û barên tehliyekirinê ji girtîgehê derket lê belê bi hinceta lêpirsîneke di sala 2020’î de derheqê wê de hatiye vekirin, ji hêla Midûriyeta Emniyetê ya Kocaeliyê ve hate binçavkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de beriya niha îfadeyê wê hatibû girtin. Piştî ku hat binçavkirin cara duyem dema binçavkirinê hat dirêjkirin   Şadiye îro anîn Edliya Kocaeliyê, piştî ku li dozgeriyê karûbarê wê yên îfadeyê qediya bi daxwaza girtinê sewqê Dadgeriya Cezayê Sulhê hat kirin. Li vir jî dadgeh biryara girtina wê da.