Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana 'Jin jiyan azadî' didome 2022-12-05 10:29:25       NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî, bê navber dewam dike. Duh li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan çalakiyan dewam kirin, li Mahabad carek din ciwanan li kolanan agir pêxistin û nerazîbûna xwe anîn ziman.   Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya gelên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike, tê payîn îro ji bo 3 rojan greva giştî were ragihandin û xwepêşandanên berfireh werin lidarxistin.   Li bajarê Sine xwendevan û mamosteyan li dijî binçavkirina mamoste û xwendevanan, çalakiyek li dar xistin. Li bajarê Qirweş cenazeyê xwepêşanderek ê bi navê Ruhula Abidîn ku li Tehranê jiyana xwe ji dest dabû, di bin dorpêça hêzên Îranê de spartin axê. Tê payîn îro li Sine merasîma çileya Mihemed Şerîet ku di xwepêşandana li Sineyê de jiyana xwe ji dest dabû, were lidarxistin.   Li Îlamê greva malbatên xizmên wan hatine binçavkirin a li ber derê Dadgeha bajêr dewam dike. Piştî banga çalakvanên siyasî ya ji bo grev û nerazîbûnên giştî, li Urmiye, Mahabad û Bokanê li nav bajêr hêz hatin belavkirin.   Çalakiyên li Îranê jî dewam dikin, greva şofêrên barhilgir hîn jî dewam dike. Li Tewrêz karmendên nexweşxaneya Sîna ya bajêr ketin grevê û di nava hola nexweşxaneyê de çalakiyek li dar xistin. Li Kerec beşek ji xwendevanên jin çalakiyek li dar xistin û dijî desthilata Îranê dirûşme qêriyan. Bi heman awayî li Bender Ebas jî jinên xwendevan bi çalakiyên cuda li hemberî desthilata Îranê nerazîbûna xwe anîn ziman.   Li bajarê Şîraz jî ajokarên barhilgir greva xwe dewam dikin, li bajarê Sarî xwendevanên zanîngehê jî grev ragihandin û neçûn xwendinê. Xwepêşandan û nerazîbûna gelên Îranê ya dijî dewleta Îranê dewam dike. Tê payîn îro ji bo 3 rojan greva giştî were ragihandin û xwepêşandanên berfireh werin lidarxistin.