Jinên sîyasetmedar: Îdiaya me mezin e em ê bêhtir bixebitin 2022-12-05 09:01:50     Sema Çaglak -Medya Uren   ŞIRNEX - Siyasetmedarên hilbijartî yên HDP'yî ku beşdarî Civîna Demkî ya Rêveberiyên herêmî yên HDP'ê bûn, bal kişandin ser êrîşên qeyûman li dijî destkeftiyên jinan û gotin, "Pergala hevserokatî xeta me ya mor e. Em dîsa bên hilbijartin Em ê xebatên xwe ji cihê mayî bidomînin û zêdetir bikin."   Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di navbera 3-4'ê Kanûnê de li navçeya Silopî ya Şirnexê civîna xwe ya demkî ya salekê li dar xist. Di roja yekem a civînê de di rêvberiyên herêmî yên demokratîk de mijara jinê hat nikqaşkirin û di roja duyem de jî bi giştî li ser gelek mijaran niqaş hatin kirin.   Jinên siyasetmedar ku tevli cîvnê bûn ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman û nirxandin kirin.   ‘Ji hêza jinên têkoşer ditirsin’   Hevberdevka Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mersînê Bedrîye Kuş, di destpêka axaftina xwe de daxuyand ku wan di civînê de gelek nîqaşên berfireh kirine û got: “Ji hêla desthîlalatdarê ve li dijî jinê polîtîkayek qirkirinê tê meşandin. Lê belê tevî van yekan jin li dijî van polîtîkayên qirkirinê li ber xwe didin û têkoşîna xwe mezintir dikin. Desthîlatdariya ku tehamûla wê ji jinên derdikevin kolanan re nîne herî dawî li dijî jinên têkoşer qirkirinek sîyasî da destpêkirin. Bi vê yekê derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn û bi dehan jin hatin binçavkirin û gotin. Ev jî nîşaneya tirsa desthîlatdariyê ya ji hêza jinê ye. Em carekê din dibêjin ku bi girtin û polîtîkayên çewisandinê nikarin têkoşîna me têk bibin.”   ‘Îdaya me mezin e’   Bedrîye, bal kişand  ser polîtîkayên qeyûm û destnîşan kir ku li dijî vîna gel û jinan êrîşek mezin heye û got: “Em wek HDP’ê îdîayên me yên mezin hene. Bêrîya tayînkirina qeyûman gelek xebat û projeyên me hebûn. Lê di sala 2019’an de bi tayînkirina qeyûmana a ser şaredaiyan re hemû ev plan û proje hatin tunekirin. Bi taybetî jî li ser plan û projeyên ji bo jinan talankirinek mezin pêk anîn. Sedema tayînkirina qeyûman tirsa ji hêza jinê bû. Bi vê yekê piraniya şaredariyên me qeyûm tayînî wan hatin kirin. Gelek hilbijartiyên me hatin hedefgirtin û ji ser karê xwe hatin dûrxistin. Lê îdiayek me ya mezin heye. Em her carê dibêJin hevserokatî xeta me ya mor e. Em ê pergala hevserokatiyê xurtttir û bihêztir bikin, bi têkoşînek xurt rêya xwe berdewam bikin û ji bo gelê xwe bixebitin.”     Bedrîye, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Polîtîkayên me yên HDP’ê di çarçoveya pêşxsitina temsîlîyeta wekhev û pergala hesserokatiyê de ne. Di partiyên sîyasî de nûnertiya jinê gelek kêm e. Tenê di HDP’ê de nûnertiya jinê di asta herî jor de ye. Desthîlatdar gava dekeve alozî û tengavê xwe bi şer, qeyran û kaosan dide meşandin. Lê êdî gel hişyar bûye. Gava hilbijartin hat dê gel li ser sendoqan hesap bipirse.”   ‘Şaredariyên HDP’ê tim di hedefê de bûn’   Hevberdevka Meclîsa Şaredariya HDP’ê ya Akdenîzê Nuran Arslan jî anî ziman ku şaredariyên HDP’ê hertim di hedefê de bûn û got: “Di rêveberiyên herêmî de nexşerêyek heyî heye. Bi qasî ku ji destê me tê li şardedariyên ku di destê me de ne hewil didin ku wan polîtîlayên xwe bimeşînin. Lê mixabin şaredarî ne di destê me de ne û dîsa jî em hewil didin ku xebatên xwe di wî warî de jî bimeşînin. Bi taybetî jî di hêla jinê de em xebat û polîtîkayên xwe dimeşînin lê her carê em tên astengkirin.”   ‘Polîtîkayên HDP’ê desthîlatdariyê ditirsînin’   Polîtîkaya HDP’ê ne tenê ji bo gelekî ye ji bo tevahî civakê ye. Lewra  xebatên me yên ji bo tevahî civakê wan ditirsîne. HDP’ê xebatên xwe di bin sîwana wekhêvî, pirnijadî, pirzimanî, pir çand, pir ol û pir rengî dimeşîne. Lewra desthîlatdariya ku polîtîkaya xwe bi yek netew, yek ziman û yek çandê li ser gel ferz dike xebat û çalakiyên HDP’ê wan ditirsîne. Ji ber ku desthîlatdar polîtîkayek dabeşker dimeşîne. Niha çend şaredarî di destê me de hene ku xebatên xwe piranî ji bo jinan dimeşînin. Ew jî ji bo gel kêfxweşî û serfiraziyek e. Lê bêguman em têrî nakin û zêdetir xebat pêwist in. Têkiliya xwe em bi civakê re xurt dikin. Dema ku em bên hilbijartin em ê gel ji vê rejîmê xilas bikin.   ‘Li midûrîyeta jinê mêr bi cîh kirin’   Herî dawî jî Hevberdevka Meclisa Şaredariya Dêrsimê Makbule Tulga axivî û diyar kir ku qeyûm bi taybetî li ser deskeftiyên jinê disekine û got: “Bi destpêkirina tayînkirina qeyûman re qirkirina sîyasî û helwestên faşizan pêk hatin kirin ku gel jî bi çavên xwe dît. Di serdema me ya HDP’ê de gelek proje û xebatên ku me pêk anîbûn hebûn. Wekî şêwirmendiya jinê, midurîyeta jinê û sazî û dezgehên jinê hebûn. Lê bi hatina qeyûmê re hemû hatin girti. Li midûrîyeta jinê mêr bi cîh kirin. Lê em çawa careke din dest bi xebatên xwe bikin em ê wê talankirinê bi dawî bînin û xebatên xwe yên ji bo jinê berdewam bikin."   ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’   Makbule, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê tim deskeftiyên jinan biparêzin û têkoşîna xwe ya ji bo rêveberiyên herêmî mezintir bikin. Makbule, got: “Pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e. Li Dêrsimê di aliyê reveberiya herêmî de 2 endamên meclîsa şaredariyê hene. Em xebatên xwe bi vî şiklî berdewam dikin. Li herêma Dersîmê hem ji aliyê jinê hem jî ji aliyê xwezayê alozîyên mezin hene. Li Dêrsîmê gelek polîtîka hene. Bi taybetî jî di hêla koçberiyê de Dêrsîm gelek li ber xwe dide. Digel van hemûyan jî em li pey çareserî û mezinkirina têkoşînê ne. Em ê bi hev re têkoşînek mezin bi rêxistin bikin û vê pergala heyî têk bibin.”