ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-05 09:00:00     *Siyasetmedarên hilbijartî yên HDP'yî ku beşdarî Civîna Demkî ya Rêveberiyên herêmî yên HDP'ê bûn, bal kişandin ser êrîşên qeyûman li dijî destkeftiyên jinan û gotin, "Pergala hevserokatî xeta me ya mor e. Em dîsa bên hilbijartin Em ê xebatên xwe ji cihê mayî bidomînin û zêdetir bikin." DÎMEN HEYE   *Li gorî daneyên ajansa me kom kirine di meha mijdarê de 31 jin hatine kuştin, 13 jin biguman jiyana xwe ji dest dane. ÇETELEYA TUNDIYÊ    *Penîrê Wanê yê bi gîha ku di serî de li Wanê û hemû Serhedê li ser sifreyan cihê xwe digire, ji ber zemên li pey hev tên kirin êdî bûye luks.  DÎMEN HEYE   *Jinên Elewî diyar kirin ku girêdana saziyên Elewî ya bi Wezareta Çand û Turîzmê projeya asîmîlasyon û tayînkirina qeyûme û gotin ji bo mafê welatîbûna wekhev pêk bê wê têkoşînê bidomînin. DÎMEN HEYE