Jinek din hat qetilkirin 2022-12-04 16:37:27     AMED - Jina bi navê Gulcan A. li navçeya Yenîşehîr a Amedê ji hêla mêrê pê re hatibû zewicandin ve hate qetilkirin.    Jina bi navê Gulcan A. ku li navçeya Yenîşehîr a Amedê rûdinişt, ji hêla mêrê pê re hatibû zewicandin S.G. ve hate qetilkirin. Gulcan A. ku duh di saetên êvarê de bi giranî birîndar bû, ji hêla komên tenduristiyê ve rakiribûn nexweşxaneyeke taybet a li bajêr. Piştre ji wir veguhestin nexweşxaneya dewletê. Tevî hemû hewldanan jî Gulcan A. jiyana xwe ji dest da.