Karê Polîsên Exlaq yên Îranê hate rawestandin 2022-12-04 12:42:32       NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Serdozgerê Giştî yê Îranê karê Polîsên Exlaqê yên Îranê hatiye rawestandin.   Li gorî nûçya ROJNEWS'''ê ku xwe dispêre agahiyên Ajansa nûçeyan ya Îrnaye Serdozgerê Giştî yê Îranê Mihemed Cehfer Muntezrî di merasîmekê, di bersiva xwe ya li ser pirsa ‘Ji bo çi karên Polîsên Exlaqê hate rawestandin’ gotiye; “Ti peywendiya Polîsên Exlaqê bi dadweriyê re nîne, li heman cihê hatî damezrandin, biryara rawestandinê jî hatiye derxistin.”   Herwiha Serdozger Mihemed Cehfer Muntezrî di civînek 1’ê Kanunê ya taybet girêdayî nerazîbûnên li Îran û rojhilatê Kurdistanê de jî gotibû; “Parlamento û Desteya Bilind a Şoreşa Îslamî, pirsa Hîcab guftugo dikin. Tê payîn heta 15 rojên din encama wê derbikeve.”