Jinên TJA'yî çima hatin girtin? 2022-12-04 12:29:49     ENQERE - Hinceta girtina 8 jinan, rêvebirina xebatên jinan, tevlibûna çalakiyên şermezarkirina DAIŞ'ê, nebûna hesabê wan ê bankayê û îfadeyên şahidan hatin nîşandan.    Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi îdiayên " endamtiya rêxistinê" û "Rêvebertiya rêxistinê", ji bo 50 jinan biryara binçavkirinê hat dayîn. Di çarçoveya lêpirsînê de li Enqere, Mûş, Mêrdîn, Stenbol, Amed, Edene, Sêrt, Wan, Agirî, Îzmîr, Riha, Mêrsîn, Dîlok û Şirnexê di 29’ê Mijdarê de bi ser 57 navnîşanan de girtin û 21 jin hatibûn binçavkirin.   Li muduriyeta polîsan hatin îşkencekirin   Jinên hatin binçavkirin piştî rêwîtiya 36 saetan bi otobusa polîsan anîn Enqereyê. Jinên ku li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê îşkence li wan hat kirin, li dijî îşkence û pêkanînên xerab îfade nedan. 4 roj şûnde ji jinên ku sewqî Edliyeya Enqereyê hatin kirin li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin û ji 21 jinên ku bi dawaza girtinê sewkî dadgehê hatin kirin. Fîgen Aras, Mekiye Ormancî, Fîgen Ektî, Dîdar Çeşme, Bedîa Akkaya, Hatîce Gungor, Hulya Kînagû û Gulîstan Dehşet hatin girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Sîncanê.   Yeliz Ayyildiz Kiyak, Hulya Taşar, Zekiye Guler, Sultan Esen, Meral Şîmşek, Zeynep Boga, D.A., Merve Tekin Demirel, Hazal Aras, Aysel Ceylan, Bêrîtan Canyaş, Tamcihan Çelebî û ji Amedê Hatîce Ay ku bi rêya Pergala Deng û Dîmen îfadeya wê hat girtin. ji aliyê dadgehê ve bi şertê hepsa malê hatin berdan.   Hevdîtinên bi telefonê sûc hatin dîtin    Aktîvîstiya TJA’yê, endamtiya Kongreya Jinên Azad (KJA) ku di sala 2016’an de bi KHK’ê hatibû girtin, hevdîtinên li ser telefonê ku li gorî qeydên HTS’ê hatine diyarkirin, îfadeyên şahidê nepen Ulaş û şahidên eşkere Merdan Ruştu Ovalioglû, Gul Tanriverdî û Samî Baran ku di Doza Kobanê de îfadeyên hevnegirtî didin weke sedema girtina jinan hate nîşandan. Şahid Ulaş û şahidê eşkere Merdan Ruştu Ovalioglû di îfadeyên xwe de ji bo tevahiya jinan îdiaya “min li Qendîlê dît” kirin.    Perwerdekirina jinan   Fîgen Aras ku bi îdiaya xebatên TJA’yê tê tawanbarkirin, li gel ku endama Akdemiya Jinan e jî bi perwerdekirina jinan hat sûcdarkirin.    Tevlibûna komxebat û konferansên jinan ên li Amed û Wanê û nirxandinên têkildarî qetilkirina jinan a di konferanseke li Swêdê de yên Mekiye Ormanci jî weke sûc hatin hesibandin.    Ajandaya TJA’yê ya li mala Bedîa Akkaya jî weke sedema girtinê hat nîşandan.    Tevlibûna çalakiyên li dijî DAIŞ'ê sûc hat dîtin   Hulya Kinagu jî bi xebatên KJA û TJA’yê hat tawanbarkirin û tevlibûna wê ya çalakiya protestokirina DAIŞ’ê ya li ser sînorê Pirsûsê jî weke sûc hat nirxandin. Her wiha tunebûna kirariyên bankgêriyê yên Kinagû jî weke hinceta girtinê hat nîşandan.    Gulistan Dehşet jî ji ber îfadeyên şahidên nepen û eşkere û tevlibûna çalakiyên protestokirina DAIŞ’ê bi îdiaya “rêvebertiya rêxistinê” hat tawanbarkirin û girtin.