Ozgul Kapdan: Têkoşîna yekbûyî gelekî girîng e 2022-12-04 09:03:16     ENQERE - Ji Platforma EŞÎK'ê Ozgul Kapdan der barê êrîşên li hember jinan axivî û got: “Di şerekî de sekna di eniyên cuda de ji bo jinê xeter e. Em di şerekî de ne. Şer li dijî jinê hatiye destpêkirin. Cihgirtina di çeperên cuda de ji bo jinê xeter e. Loma têkoşîna yekbûyî gelekî girîng e.”   Platforma ji bo Jinan Wekhevî (EŞÎK) heta îro li 30 navend û navçeyê forum pêk anîn. Di foruman de polîtîkayên li hember jinan hatin nîqaşkirin. Tevî êrîşa AKP-MHP’ê li hember jinan daye destpêkirin jinan dest ji kolanan bernedan. Ji EŞÎK’ê Ozgul Kapdan der barê forum û şerê ji 2010’an de destilatdariyê li dijî jinê daye destpêkirin axivî.    Ozgulê da zanîn ku ev forum lingê kampanyaya der barê mafan de ye û li hemû bajaran parlamenteran der barê jinan de çi kirine lêkolîn kirine. Ozgulê wiha got: “EŞÎK’ê bi şev roj meclis temaşe kir. Ji ber mafên me di şevekê de bi pêşnûmeyan dikin tûrikan. Ji ber vê me faliyetek şopandina meclîsê kir. Em dimeşînin. Me li her bajarî lêkolîn kir ku parlamenteran ji bo jinan çi kiriye. Me hewl da em helwesta wan ya der barê Peymana Stenbolê û mijarên din fêm bikin. Sê mehan ji 20’ê Adarê heta 1’ê Tîrmehê li hemû bajaran, parlamenteran çi kiriye, çûye serdana kîjan STK’yan kîjan axaftin kirine çi gotine, li meclîsê çi kirine me kontrol kir. Me rapora xwe weşand. Lê encamên balkêş derketin holê. "   ‘Forumên me gelek bi kêf derbas dibin’   Ozgulê daxuyakirin ku di raporê de puanên pir kêm bi dest xistine û wiha vegot: “Di encama van xebatan de me xwest em dildar û aktîvîstên herêmê tevli bernameyan bikin û ji bo vê fikra forumê derket holê. Armanca foruman ev e ku bi hev re bi hevkarî ji bo avabûna mekanîzmayan re bibin vesîle. Piştî betalkirina Peymana Stenbolê ev pêvajo bi awayekî cidî lez bû. Ger dengê me derneketiba wê her tişt niha zûde qediyabûna. Me xwest em van rîskan bi hev re bixivin. Me di sala 2020’î de jî daxwazên xwe yên lezgîn rêz kiribûn;5 sernav pir berfireh bûn. Forumên me gelek xweş derbas dibin.”   Ji destûra bingehîn heta polîtîkayên şer gelek mijar hene   Ozgulê bi lêv kir ku hemû mijar di çarçoveyekê de tên axaftin û ji destûra bingehîn heta tundiyê,  ji xizaniyê heta hawirdorê, ji polîtîkayên şer heta tundiya dewlet mêr gelek mijaran di foruman de nîqaş dikin û  got: “Jin hemû mijaran hîs dikin. Ji ber kanalên xwe îfadekirina jinan tune, di van foruman de gelek mijar tên axaftin û ev jî gelek girîng e. Tu pirsgirêk ji hev ne mezintir, ne girîngtir an jî kêmtir tê dîtin. Edalet tê axaftin. Hiqûq tê axaftin, xizanî tê axaftin.”   Li her derê jin mijarên cuda axivîn   Ozgulê destnîşan kir ku li her bajarî herî kêm 150 jin tevli foruman bûne û wiha dirêjî dayê: “Bi giştî li 30 navend û naveçeyê forum pêk hatin. Me xwe gîhand hezar û 400 jinî. Pirs û rojevên jinan li gorî herêmê guherîn. Me pirsgirêk bi giştî girtin dest. Mînak li Edîrneyê mijara nûneriya wekhev, têkoşîna jinan a di partiyên siyasî de û astengiyên demokratîk ên di rêxistinê de hatin dîtin. Li Gîresûnê pirsgirêkên di rêxistinbûnê de hatin ziman. Li Çanakkaleyê aktîvîteyên jinan yên di têkoşîna hawirdorê de hatin axaftin. Li Wanê polîtîkayên şerê taybet hatin axaftin. Li Sînopê bêmekanîzmabûn hat axaftin.”   ‘Tu polîtîka ne surprîz in’   Ozgulê di berdewamiyê de balkişand ser pêvajoya hilbijartinê ya dema pêş û di vê mijarê de jî wiha got: “Ev hilbijartin der barê jiyana me de ye. Jinên di têkoşînê de qe nebe dizanin çi çawa binirxînin. EŞÎK zemînek pir mezin a di zoomê de ava bûye û faliyetên xwe piranî li vir dimeşîne. Xebatên xwe li vir dike. Biryara mekanîzma xwe her tiştê xwe. Lê dema ku em ji van kutiyan derkevin hatiye. Carna ev têr nakin. Ji ber vê jî me ev forum pêk anîn. Jin têdikoşin û desthilatdarî polîtîkayên hişk dimeşîne. Ev polîtîka jî ne surprîz in. Ev demeke ev êrîş didomin. Di 25’ê Mijdarê de tundî û êrîş pêk hatin. Lê jin bi tu awayî dest ji têkoşîna xwe bernadin. Bila jin tu car dest ji têkoşîna xwe bernedin.”   ‘Di çeperên cuda de cihgirtin xeter e’   Ozgulê wiha dawî lê anî: “Bi vî awayî nikarin pêşî li têkoşîna jinê bigirin. Ez dixwazim vê bêjim. Têkoşîna yekbûyî gelek girîng e. Tiştê em tê de dijî niha şer e, ev şer li dijî jinan hatiye destpêkirin. Ez vê bêjim. Di şerekî de di çeperên cuda de cihgirtin xetere ye. Em di şerekî de ne. Li dijî jinê şer hatiye destpêkirin. Ji ber vê ez dikarim bêjim ku divê di vî şerî de jin di çeperên cuda de cih negirin ji ber fikrek ne baş e, xetere ye.”