Dema binçavkirina Şadiye Manap hat dirêjkirin 2022-12-03 16:57:47     KOCAELÎ - Dema binçavkirina girtiya siyasî Şadiye Manap a ji Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê piştî 30 salî hat tehliyekirin û piştre hat binçavkirin cara duyem hat dirêjkirin.    Dema binçavkirina girtiya siyasî Şadiye Manap a di 1'ê Kanûnê de ji Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê piştî 30 salî hat tehliyekirin û piştre hat binçavkirin cara duyem hat dirêjkirin. Bi hinceta "mînaka nivîsê" nehatiye girtin Şadiye ev çend roj in li Muduriyeta Emniyetê ya Kocaeliyê tê girtin.    Hat hînbûn ew ê parêzer îtiraz bikin.