Li Hesekê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hat xwestin 2022-12-03 16:30:32       HESEKÊ - Li Hesekê bi hezaran kes tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û banga azadiya wî ya fîzîkî kir.   Bi hezaran şêniyên Hesekê bi hemû pêkhateyên wê, bi meşekê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir û xwest ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan fîzîkî were azadkirin.   Meş ji çexerêya Şehîd Arîn a li taxa Mişêrfê dest pê kir. Şêniyan wêneyên Abdullah Ocalan, alên TEV- DEM, Kongra Star û PKK'ê hildan û bênavber dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî serokê Apo" berz kirin. Meş li qada Xeto ya taxa Nasira veguherî mîtîngê. Bi navê PYD'ê Mihêdî El Dixêm axivî û got: "Em li vir kom bûne da ku ji dewleta Tirk a dagirker re bêjin ku hûn nikarin Rêbertî ji gel qut bike, em teslîm nabin û em ê banga azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe bidomînin. Em bêdengiya navneteweyî ya li hemberî zextên dewleta Tirk a dagirker ên li ser girtiyan û êrişên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin."   Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê Xalida Bûtî jî bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan xurt bikin û got: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê azadiya xwe di ramanê Rêbertî de dibînin."   Mîtîng bi berzkirina dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.