Perîhan Agaoglu: Jinên kurd biserkeve dê hemû jin jî bi ser kevin 2022-12-03 09:16:29       ENQERE - Endama PM'ê ya HDP'ê Perîhan Agaoglu diyar kir ku bi girankirina tecrîdê re li ser îrada jinê şerek hatiye destpêkirin û her ku tecrîd giran dibe rêbazên şer jî cuda dibin.   Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’, ‘rêveberiya rêxistinê’, ‘propaganda rêxistinê kirin’ û ‘ji rêxistinê re aborî peydakirin’ di çarçoveya lêpirsîna meşan de li 14 bajarî bi awayekî hevdem bi 57 malî de girt. Di serdegirtinên malan yên ku berê bi îfadeyên şahidên veşarî û şahidê aşkera, raporên HTS û MASAK’ê hatibûn kirin, alav hatibûn desteserkirin û di encama lêkolînê de der barê 50 jinî de biryara girtinê hebû. Di serdegirtina malan de 19 jin hatin binçavkirin.   Endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perîhan Agaolgu der barê êriş û operasyonên li hember jinên kurd nirxandin kir. Perîhanê da zanîn ku hêzên emperyal şerê parvekirinê dimeşînin, xwestine vê li Rojava bidin destpêkirin û bi şoreşa jinê ew pêvajo li wir bidawî bûye û got: “Li dijî fikrên Rêberê Gelê Kurd komployek nû hat destpêkirin. Di pêvajoya Rojava de têkoşîna jinên kurd mohra xwe li têkoşîna jinên cîhanê da. Li  Rojhilat li dijî rejîma Molla niha şoreş tê dayîn. Li Bakur û li Rojava  li her çar alî Kurdistibûneke xurt a jinên Kurd heye.”   ‘Dengê lingê rejîmeke nû’   Perîhanê balkişand ser êrişên li hember berxwedana jinê û destnîşan kir ku dema destilatdarî nikare li hember jinê biserkeve serî li rêbazên cezakirinê dide û wiha dirêjî dayê: “Siyasetê, qanûnê wek alava darazê bikar tîne û hewl dide bi jinan serî bidin tewandin, teslîm bigirin û bi vê sînyalên rejîmek nû didin. Ne tenê ev belkî ev şerê dîzaynkirinê ye. Ev şerê li dijî rêxistinbûna jinê ye. Me di bernameyên 25’ê mijdarê de bi tundî û êrişa ku hat kirin ev baş dît.”   ‘Li dijî îdeolojiya jinê şer hat destpêkirin’   Perîhanê balkişand ser rola TJA’ê ya di berxwedana jinê de û ev tişt bi lêv kir: “Di navbera dîtin û pratîkê de cudahî heye. Ew cudahî jî me wek TJA da nîşandan. Destpêkirina berxwedana Jîna Emînî ne tiştekî ji rêzê an jî rojekê, aydê demekê ye. Bi salane jin li dijî zîhniyeta serdest têdikoşin. Di bin şerê li dijî jinê tê meşandin de şerê îdeolojîk heye. Belkî dîroka cîhanê de tiştek yekeme lê li hember jinê şerekî îdeolojîk yê cidî dest pê kiriye.”   ‘Êriş ne tesadufîne’   Perîhanê daxuyakirin ku êrişên li hember meş, civîn û çalakiyên jinan û qetilkirina jinên kurd ne tesadufe, hêza jinan rêxistinkirî wê faşîzmê têk bibe. Perîhanê gotinên xwe wiha domand: “Erdogan daxuyaniyên dawî de sedsala dawî vedinasîne lê têde jin tune. Li pêş plansaziyek hilbijartinê heye, wek mijara hebûn û tunebûnê lê mêze dikin. Lê em wisa nanirxînin. Hilbijartin ji bo meşrutiyetê girîng e. Desthilatdarî tê welatekî bi rêve dibe lê li ser kîjan esasan dimeşînin ew girîng e. Di krîza pir alî de di vê siya şer de di atmosfera hilbijartinê de ewil êrişê jinan kirin. tiştên li Taksîmê ne tesadufîn e. Qetilkirina Hevala Nagîhan pir zelal e. Qetilkirina Jîna Emînî ne tesadufî ye.”   Her ku tecrîd giran dibe rêbazên şer jî cuda dibin’   Perîhanê dawiya axaftina xwe de balkişand ser tecrîdê û wiha bi dawî kir: “Bi girankirina tecrîdê re li ser îrada jinê şerekî pêkanîna nû derketiye holê. Her ku tecrîd giran dibe rêbazên şer cuda dibin. Aliyên komploya navneteweyî jî giran dibe. Li dijî vê mezinkirina xeta têkoşînê girîng e. Tişta bê kirin ev e ku divê em xwedî li pêvajoyê derketin. Ger jinên kurd biserkevin wê hemû jin biserkevin. Em her yek delegeyên TJA’yê ne. Em TJA’yî ne. Ez bang li hemû kesî dikim, werin em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin.”