Jina ku 'întîhar kir' jiyana xwe ji dest da 2022-12-02 15:50:42     SÊRT -  Dîlan Y. a ku hate îdiakirin întîhar kiriye, jiyana xwe ji dest da.    Dîlan Y. a 22 salî ku hate îdiakirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da. Bûyer di 20’ê mijdarê de li Yenî Mahalleyê qewimî. Li gorî îdiayê Dîlan Y. li mala lê dijî hewl daye xwe bikuje. Piştî ku bavê wê ev rewş ferq kir ji aliyê tîmên tendirustiyê ve ew rakir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê. Hate hînbûn ku Dîlan Y. a li nexweşxaneyê dihat dermankirin, îro jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Dîlan Y. ji bo otopsiye rakirin morga nexweşxaneyê.     Sezer Y. ê ku dîlan pê re hatibû zewicandin jî piştî bûyer bihîst hewl da xwe ji ser banê petrolekê de biavêje û xwe bikuje. Dermankirina Sezer Y. a li beşa lênêrîna awarte berdewam dike.