Kiryarê destdirêjî li 42 zarokan kir dîsa nehat girtin 2022-12-02 14:17:17     ŞIRNEX - Danişîna 2’yemîn a doza kiryar Burak Ercan ê ku 42 zarok bi peyamên telefonê tacîz kiribû hat taloqkirin.    Burak Ercan ê ku li Lîseya Anadolu ya li navçeya Cizîra Şirnexê peywirdar bû ku di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memûr-Senê ye bû, bi peyamên telefonê nêzî 42 xwendekarên zarok taciz  kiribû. Derheqê Burak Ercan de 2 doz hatibûn vekirin.  Daneşina Doza kiryar iro li Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hate dîtin   Dadgehê ji doza 1'emin derbarê kiryar Burak Ercan de, bi îdîaya îfadeyên du mexdûrên cuda ne zelal in biryara beraatê da. Di çarçoveya îfadeyên du mexdûrên cuda de jî li kiryar Burak Ercan bi sûcdariya  "êrîşa zayendî" 15 meh ceza hat dayîn. Ji ber ku kiyar Burak Ercan karmendê cemaweriyê ye û dubarekirina sûc, heyeta dadgehê cezayê wî nîvco zêde kir û bi giştî  22 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê birî.   Ji bo doza duyemîn a êrîşa zayendî ya derbarê Burak Ercan de danişîna duyemîn li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê  hat dîtin. Baroya Şirnexê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê beşdarî danişînê bûn. Kiryar Burak Ercan jî bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    Danîşîna ku bi tespîtkirina nasnameyqn destpê kir bi guhdarkirina şahîdan berdewam kir. 5 şahîd hatin guhdarkirin. Şahîdan di îfafeyên xwe de diyar kirin ku ji ber dem gelek di ser bûyerê re derbas bûye bûyer baş nayê bîra wan. Her wiha şahîdan bûyer bi destdirêjiya devkî  bi sînor kirin.    Îfadeyên xwendevanan hatine guhertin   Parezêrê xwendevanên mexdûr Salîh Acar destnîşan kir ku îfadeyên xwendevanan hatine guhertin û got: “43 daxwazname ji bo gilîkirinê derheqê kiryar Burak Ercan de hene. Ji destpêka vekirina dosyayê û heta niha di warê îfadeyan de gelek nakokî hene.    Serbest berdena Burak Ercan pêşî li van bûyeran vedike   Salîh, bal kişand ser helwest adadgehê û got: “Derheqê kiryar Burak Ercan de biryara beraa kirinê zirar daye dosyayê. Serbest berdana Burak Ercan pêşiya bûyerên bi vî rengî vedike. Em naxwazin êdî di hişê zarokên me de bûyerên bi vî rengî cih bigirin. Em daxwaza girtina Burak Ercan dikin.”   Parezerê Burak Ercan Yasîn Şen jî îddîayên li ser muwekîlê xwe qebûl nekir û berdana kiryar Burak Ercan xwest.    Doz taloqî 20’ê Çileyê hat kirin   Piştî navberek kurt, şandeya dadgehê biryara xwe aşkere kir. Derheqê Burak Ercan de biryara ku negirtî bê darizandin da û ji bo ku şahîdên nû werin guhdarkitin doz taloqê 20’ê Çileya 2023’an kir.