Derbarê êrîşên bi çekên kimyewî de dosya tê amadekirin 2022-12-02 13:12:41       NAVENDA NÛÇEYAN -Yekitiya Parêzeran û Komeleya Mafên Mirovan der barê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk de dosya amade dike.    Yekîtiya Parêzeran û Komeleya Mafên Mirovan ên Herêma Cizîrê piştî serlêdana malbata gerîlayê HPG’ê Osman Ebdê (Serdem Agirî) ku di êrîşa bi çekên kîmyewî yên dewelat Tirk de jiyana xwe ji dest bûbû, dest bi amadekirina dosyaya têkildarî êrîşên kîmyewî kirin.   Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) di 18`yê Cotmehê de eşkere kir ku 17 gerîla bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane. Di nava gerîlayên şehîd bûne de 5 ji Rojavayê Kurdistanê ne.   Piştî daxuyaniya NPG’ê, malbata gerîlayê şehîd Serdem Agirî bang li hiqûqnas û saziyên mafên mirovan kiribû ku vekirina doza derbarê dewleta Tirk a  de destek bidin wan.   Li ser banga malbatê, Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê û Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyan eşkere kirin ku ew ê li ser navê malbatê hewldanên pêwîst bikin.   Yekîtiya Parêzeran û Komeleya Mafên Mirovan biryar girtin ku derbarê bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta Tirk ve û serlêdana ji bo saziyên têkildar ên navnetewî de, bi hev re kar bimeşînin û dosya amade bikin.