‘Em ê jiyana hevpar bi rêxistinbûyînê ava bikin’ 2022-12-02 09:06:05       ŞIRNEX - Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Şirnexê Sabuha Akdag, destnîşan kir ku li dijî deskeftiyên Gelê Kurd şerekî topyekûn heye û wiha axivî: “Ligel êrîşên li dijî deskeftiyên Gelê Kurd êrîşên li dijî jinan jî her diçe zêde dibin. Li dijî van êrîşan em ê bi rêxistinbûyînê jiyana hevpar û wekhev ava bikin.”   Êrîşên li dijî deskeftiyên Gelê Kurd, li dijî têkoşîna jinan, qeyran û aloziyên ku li ser tevahî gelên Tirkiyê ji aliyê hikûmeta AKP - MHP’ê ve tên kirin mijarên sereke ên di rojevê de ne. Bi taybetî piştî ku di 14’ê Nîsanê de Artêşa Tirk li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên başûrê Kurdistanê şerekî berfireh da destpêkirin, Bakur jî êrîşên li ser gel zêdetir bûn. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Bajarê Şirnexê Sabuha Akdag têkîldarî mijarên di rojevê de axivî.   ‘Şerekê topyekûn heye’   Sabuha, diyar kir ku hemû mîjarên di rojevê de girêdayî hevin û wiha axivî: “Em ji her aliyî ve di pêvajoyek dijwar re derbas dibin. Ji ber ku tecrîd, îşkenceya li zindanan û şerekê giran ê piralî heye û ligel van hemû pêkanînan çekên kimyewî jî tên bikaranîn. Her wiha li herêmê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Ango li dijî Gelê Kurdan şerekî topyekûn heye.  Ev êrîş û şerê ku li dijî gelan tê meşandin girêdayî qeyrana ku gelên Tirkiyê dijîn e.”   ‘Di meşa Silopiyayê de rihê berxwedêr xwe da der’   Sabuha, bal kişand ser bikaranîna çekên kimyewî û destnîşan kir meşa li Silopiyayê ya li dijî çekên kimyewî peyamek girîng bû. Sabuha, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 2 sal in li başûrê Kurdîstanê şerekî mezin tê kirin. Di vî şerî de bi dehan caran çekên kimyewî hatin bikaranîn. Herî dawî dîmenên ku tê de çekên kimyewî hatine bikaranîn hatin belavkirin. Bikaranîna çekên kimyewî li tevahiya cîhanê sûcê hatiye qebûlkirin û li dijî bikaranîna çekên kimyewî bertek mezin dibin. Herî dawî li dijî bikaranîna çekên kimyewî li Silopiyayê meşa mirovahiyê hate lidarxistin. Hem ji herêma Kurdîstanê hem jî ji aliyê Tirkiyê beşdarî vê meşe bûn. Di wê meşê de dewleta tirk bi hemû hêza xwe êrîş kir û xwest dengê gel bêdeng bike. Lê belê deng û hêza gel gelek xurt bû. Gelek peyamên xurt ji aliyê gel ve hatin dayîn. Li wir rihê berxwedanê xwe da der. Her çiqas li dijî me êrîşek dijwar hate kirin jî encam negirt û Gelê Kurd peyam û bersîva xwe ya li dijî çekên kimyewî nîşan da. Ango ji meşa sîlopiyê encam hat girtin wekî ku divê nebû. Armanca meşa me jî ev bû.  Ji wê rojê şûnde jî li dijî neheqî û zilma ku li ser Gelê Kurd tê meşandin em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe berdewam bikin.”   ‘Şerê xwe rewa dikin’   Sabuha, daxuyand ku desthîlatdar keng tengav dibe dest bi lîstikan dike û got: “Bi salan e em dibînin ku gava hilbijartin nêz bû desthîlatdariya AKP’ê û MHP’ê dîsa dest bi lîstikan dikin û dîsa li şerekî mezin digirin. Di hemû demên hişbijartinê de êrîşên xwe li ser kurdan zêde dikin.  Teqîna li Îstîklalê jî plankirî bû. Ew senaryo hemû ji bo destpêka êrîşên nû bûn. Ne tenê ji bo kurdan bi tevahî ji bo gelên li Tikriyeyê êrîşên xwe didomînin.  Kuştina mirovan ji bo wan ne xem e. Piştî teqînê jî êrîşan dest pê kir û êrîşên xwe birin ser rojavayê Kurdistanê. Her wiha li Dîlokê jî êrîşî dibistanê kirin û ew jî plankirî bû. Hemû êrîşên ku pêk tînin ji bo vekirina rêya şer e.  Bi vê re dixwazin bibêjin 'Ew êrîş dikin û em jî parstina xwe dikin.' Bi vê yekê şerê xwe li ser gel rewa dikin.”   ‘Li dijî desthîlatdariyê bêbaweriyek heye’   Sabûha, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku li dijî desthîlatdariyê bêbaweriyek mezin heye û got: “Piştî teqîna Stenbolê li ser hişê gel gelek nakokî û tevlîhevî çêbûn. Lê ew tevliheviya li ser hişê gel ji bo wan ne xem bû.  Armanca wan a sereke destpêkirina şer bû.  Li dijî hîkumetê bêbaweriyek heye. Lewra hilbijartinek didin destpê kirin.  Di pêvajoya hilbijartinê de şerê li hemberê gele kurd ji xwe re dixin serkeftinek û bi vî yekê armanc dikin ku qismên netewperest bikşînin aliyê xwe. Sekna me ya li dijî van polîtîka û şerê diyar e. Em ji aliyê aştîyekê mayînde nin. Nerazîbûn û bertekên me yên li dijî şer jî wê berdewam bike.”   ‘Armanc tunekirina statûya Rojava ye’   Sabuha, destnîşan kir ku Dewleta Tirk bi êrîşa li dijî Rojavayê deskeftiyên Gelê Kurd dixwaze tune bike û axaftina xwe wiha dirêjî dayê: “Li Rojavayê gelan jiyanek nû ava kirine û statûyek bi dest xistine. Ew bi wî şerê dixwazin statû û deskeftiyên ku li Rojava hatine bidestxistin tune bikin û çeteyên DAÎŞ, OSO bi cîh bikin. Desthîlatdarî ji her aliyî ve Gelê Kurd ji bo xwe tehdît dibîne. Li Rojava bi taybetî jî Li Kobanê bi pêşengtiya jinan çeteyên DAÎŞ’ê hatin têkbiri. Niha Tirkiyê jî dixwaze destkeftiyên li Rojava ên jinan tune bik. Nerazîbûnên Emerîka û Rusyayê yên li dijî êrîşên li ser Rojava têrî nake. Divê pêşî li êrîşên Tirkiyeyê bigirin. Divê seknekê zelal were nîşandan.”   ‘Ji dengê jinan ditirsin’   Sabuha, bal kişand ser êrîşên li dijî têkoşîna jinan jî û wiha axivî: “Ligel êrîşên li dijî deskeftiyên Gelê Kurd êrîşên li dijî jinan jî her diçe zêde dibin. Jinên pêşeng tên hedefgirtin û tê xwestin dengê jinan were qutkirin.  Dizanin ku heke jin dakevin kolanan wê biqadin. Lewra li her derê li dijî jinan êrîş tê kirin. Jin ji bo ku wê zilm û zordestiyê li ser xwe qebûl nakin li ber xwe didin û têkoşîna xwe mezintir dikin. Bi taybetî piştî ku li Îranê di şexsê Jîna Amînî de serhildana jinan dest pê kir li hemberê şoreş û raperîna jinê rejîma Îranê her diçe qels dibe û têk diçe. Lewra desthîlatdar dizene ku gava jin daketin kolanan û dengê xwe bilind kirin dê desthîlatdariya wan têk biçe. Lewra di her aliyî de astengkirin û êrîşên xwe yên li dijî jinan zêdetir kirine.”   ‘Li dijî êrîşan rêxistinbûyîn divê’   Sabuha, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev êrîşên ku li dijî Gelê Kurd û jinan tên kirin qeyranek mezin derdixin holê. Em li dijî van qeyran û aloziyan wek partî têkoşînek mezin dimeşînin. Em ê bi gelê xwe re bi rêxistinbûyînê bi ser kevin û bertekên xwe yên li dijî van êrîşan nîşan bidin. Divê gelê me êdî bikaribe bêje “êdî bes e”. Desthîlatdariya ku 20 sal in xwe bi êrîş û şer li ser piyan dihêlîne ji gel re tiştek nehişt. Em ê vê pergalê biguherînin û jiyanek hevpar ji bo tevahî gelan ava bikin.”