Amed û Wan li dijî tecrîdê dê bimeşin 2022-12-01 15:50:15     AMED - Partiyên siyasî û rêxistinên saziyên sivîl, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de civîna ku li dar xistin de destnîşan kirin ku ew ê di 11’ê Kanûnê de li Amedê û di 12’ê Kanûnê de jî li Wanê li dijî tecrîdê bimeşin.   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Dayikên Aştiyê li Amedê têkildarî tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civîneke awarte li dar xist. Têkildarî encamên civînê de li Navenda Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê daxuyanî hat dayîn.    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz di civînê de axivî û diyar kir ku piştî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê yên der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wan civînek li dar xistine. Saliha, anî ziman ku li ser vê yekê li hemberî polîtîkayên tecrîdê bi çi rengî û rêbazê bişopînin nirxandin kir.   Di civînê de di serî de Dayika Aştiyê ya Amedê Kûdret Eryilmaz axivî. Kûdret, anî ziman wek dayik kezeba wan îro du caran dişewite û got: “Banga min ji hemû dayikan; em dixwazin ev şerê qirêj bê sekinandin. Dîsa em dixwazin îşkenceya li girtîgehan raweste. Tecrît îro hem li ser girtîgehan û hem jî li ser derve pêk tê. Tecrîd li hemû malên me de tê pêkanîn. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Em dixwazin ev tecrîd bê rakirin. Divê her kes li hemberî vî şerî û tecrîdê hestiyar be. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Em dixwazin aştî bê welatê me. Em ji vî şerê qirêj re dibêjin êdî bes e.”   'CPT'yê giranî neda tecrîdê'    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî. Saliha, jî bal kişand ser daxuyaniya ku Buroya Hiqûqê ya Asrinê beriya du roj berê weşand û wiha got: “Bi vê daxuyaniyê re diyar kirin ku CPT rastî neçûye Girtîgeha Îmraliyê û bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk neaniye. Ji ber ku CPT'yê piştî di 20’ê Îlonê de hevdîtin pêk anî daxuyanî neda. Girtîgeha Îmraliyê di bin kontrola CPT’ de ye. Her wiha dîsa CPT’ê li girtîgehên navneteweyî giranî neda vê tecrîdê. Ji ber ku di raya giştî de parve nekir û ev jî giraniya meseleyê nîşan dide. Di xalên ku nîgeranî û fikaran kûr dike de, pêwîst e ev yek pir zelal were vegotin.”   ‘Ji 99’an vir ve tecrîda Îmraliyê kûr dibe’   Salîha, daxuyand ku ev 20 meh in bi Abdullah Ocalan re tu têkilî nehatine danîn û wiha domand: “Ev 20 meh in bi Birêz Abdullah Ocalan re tu têkilî û hevdîtin çênebûye. Ev pergala tecrîdê tenê bi 20 mehan re sînordar namîne. Di rastiyê de ji 99’an vir ve pergala Îmraliyê pergala îşkence û tecrîdê ye. Ev 24 sal in li Îmraliyê pergala tecrîd û îşkenceyê berdewam dike û ev yek veguheriye polîtîkayeke kûr, tunekirin û domandinê. Zêdekirin, mutlaqkirin û berdewamkirina vê pergala tecrîdê ya roj bi roj bi rastî jî nîşaneya vê yekê ye ku ev hikûmet û dewlet bi tecrîda li ser Îmraliyê çawa nêzî Kurdan, gelê Kurd û jinan dibin e. Ji ber ku tecrîda li Îmraliyê kûrtir û mutleq dibe, ev şer weke komkujî, mirin, operasyonên siyasî yên li derveyî sînor û hundirê sînor ên li dijî gelê Kurd didome.”    ‘Pêwîst e Birêz Abdullah Ocalan demildest bigihêje azadiya xwe’   Saliha, da xuyakirin ku divê tecrîda li Îmraliyê ku îro li hemû qadên civakê dewam dike, bi lez bê rakirin û wiha axivî: “Pêwîst e Birêz Abdullah Ocalan demildest bigihêje azadiya xwe. Dîsa divê civîna CPT ya 20’ê Îlonê demildest bê eşkerekirin. Ger birêz Ocalan hevdîtina CPT qebûl nekiribe û red kiribe, ev yek nîşaneya giraniya bûyerê ye. Ji ber ku Birêz Ocalan saziyek wek CPT red kiriye, di hevpeyvîna telefonê ya bi birayê xwe re jî dewlet vexwendibû cidîbûnê. Nêzîkatiya hem CPT û hem jî ya dewletê ne cidî ye. Tecrîda ku dewletê li ser Birêz Ocalan dimeşîne, bêcidîyet e."   ‘Nêzîkatiya li dijî Ocalan li djî hemû beşên civakê ye’   Tehemula gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî ya gelê Kurd ji vê hovîtiyê re nemaye. Em dibêjin ji bo pirsgirêkên civakê yên der barê vê rewşê de di zûtirîn demê de hevdîtin bên kirin. Ji ber ku paralela vê tecrîdê, rastiya şer jî kûr dibe. Li gel vê tecrîdê, li girtîgehan û li her derê ji bo emrê xwe dirêj bike polîtîkayên şer û mirinê vediguherîne polîtîkayên rêveberiyê. Nêzîkatiya li dijî Îmraliyê, nêzîkatiya hem berpirsyariya hiqûqî, hem jî siyasî û civakî ye. Lewma nêzîkatiya me ya li Îmraliyê rewşeke ku ji hiqûq û siyasetê û ji wijdanê wêdetir e. Ji ber vê yekê nêzîkatiya bi Birêz Ocalan nêzîkatiya li siyaset, hiqûq û hemû beşên civakî ye.”   ‘Birêz Ocalan ne kesekî ji rêzê ye’   Saliha, bi lêv kir ku Abdullah Ocalan ne kesekî ji rêzê ye û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan kesayetek e ku bi milyonan kes weke rêber pênase dike û ji bo azadiya wî çalakiyan li dar dixe. Birêz Abdullah Ocalan di hemû fikr û ramanên xwe de her tim daxwaza aştiyê kiriye. Di roja me ya îro de yek ji aliyê israra pirsgirêka Kurd a di xitimandinê de tecrîd e. Çareseriya mutleq a pirsgirêka Kurd û tekane muxatabê wî Birêz Abdullah Ocalan e. Em careke din diyar dikin ku Birêz Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, demokratîkbûna Rojhilata Navîn û avakirina azadiyê pêwîst e. Em dibêjin ku divê di her firsendê de azadiya fîzîkî pêk were.”   ‘Serlêdanên me dê berdewam bikin’   Saliha, dawiyê de wiha axivî: “Pêşniyarên Birêz Ocalan ên ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan zelal, eşkere ne. Em pêvajoya 2012-2015’an bi hev re jiya. Weke bawermendan me daxwaza hevdîtinê bi Birêz Ocalan kir. Beriya niha wekî Hevserokên Giştî yên HDP'ê û heyetekê serlêdan kiribû. Duh jî tevî min 3 wekîlan daxwaza hevdîtinê kir. Em di wê baweriyê de ne ku ger bi Birêz Ocalan re diyalog û muzakere bê kirin dê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Hem ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û hem jî ji bo van krîzên piralî pêşniyara çareseriyê ya Birêz Ocalan heye. Em bi vê bawer in û ji ber ku em bi vê bawer in, me serlêdanek wiha kiriye û ez diyar dikim ku divê di zûtirîn demê de bersiva van serlêdanan bê dayîn. Em diyar dikin ku me tu carî ev yek qebûl nekiriye, cezayên dîsîplînê yên di heyama dawî de di heman demê de ji bo tecrîdê jî perdeya qanûnî ye. Nêzîkatiya raya giştî ya li hemberî Birêz Ocalan di 8'ê Adarê de, di pîrozbahiya Newrozê de bi awayekî gelekî zelal hate vegotin. Em dixwazin bi awayekî zelal bidin zanîn ku heta Birêz Ocalan azad nebe gel û jin azad nabin, demokrasî nayê Tirkiye û Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê me wekî bawermend serlêdan kir û dê serlêdanên me berdewam bikin. Em ji vir careke din ji her kesî re bangawaziyê dikin ku li hemberî vê rewşê hestiyar bin.”   ‘Tecrît bandorê li ser hemûyan dike’   Di destpêkê de Dayika Aştiyê Kudret Eryilmaz axivî. Kudret anî ziman ku bi salan e ji ber şer êşê dikşînin û wiha got: “Kezeba me dayikan şewitiye, edî em naxwazin ji ber şer û zindanan kezeba me bişewite. Em bang li hemû dayikan dikin  ku hemû dayik li dijî vî şerê qirêj derkeve. Ji bo deriyê zindanan vebe dilê tu dayikan neşewite li dijî tecrîdê derkevin. Tecrîd ne tenê li ser girtiyan tê meşandin li ser me hemûyan tecrîd heye.Tecrîd bandorê li ser rabûn û rûniştina me jî dike. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Em dixwazin ew tecrîd demildest bê rakirin. Divê hemû kes li dijî şer û tecrîde derkeve. Em naxwazin cenazeyên xwe di zindanan de derxin, em aştiyê dixwazin. Edî bes e ew şerê qirêj.”   ‘Tecrîd li ser vîna gelê Kurd tê pêkanîn’   Pişt re jî Berdan Ozturk axivî. Berdan jî destnîşan kir ku şerê li Kurdistanê tê meşandin jî giredayî tecrîda li ser Ocalan e  û wiha axivî: “Dema mijar dibe kurd, diçin destên kesên ku jê re digotin darbeci jî. Ji Sîsî re digotin darbecî destê wî girtin, niha jî ji bo statuya kurdan hilweşînin destê Esadê ku jê re digotin kujer digirin. Ew hemû jî giredayî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Tecrîda ku li Girtîgeha Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê meşandin belavî hemû girtîgehê bûye. Tecrîd li ser gelê kurd û vîna gelê kurd tê meşandin. Gelê kurd li dijî vê yekê li çar aliyên Kurdistanê û hemû cihanê tedikoşin.”   Ji bo meşê bang   Berdan, balkişand ser derneketina hevdîtina Ocalan a CPT'yê  û bertek nîşanî helwesta CPT'yê da. Berdan, da zanîn ku ew dê li dijî tecrîdê 11'ê Kanûnê li Amedê, 12'ê Kanûnê jî li Wanê bi girseyî çalakiya meşê li dar bixin û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Em vê helwesta CPT'yê qebûl nakin. Li girtîgeha Îmraliyê îşkence heye. Nêzikatiya CPT'yê nêzikatiyeke êrzan e, bi vê nêzikatiya xwe CPT nîşan dide ku ew jî hevkarê AKP-MHP ne. Dibêjin em mafê mirovan diparêzin lê bi yên herî faşîşt û bê wijdan re dikevin nava hevkariyê. Ne em ne jî gelê kurd vê nêzikatiya êrzan qebûl nake. Divê hemû kesên ku jixwe re dibêjin em hiqûq û edaletê diparêzin li dijî vê nêzikatiya CPT'yê rabin. Li dijî tecrîd, şer û binpêkirinên mafan ku li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tê jiyîn em dê 11’ê Kanûnê li Amed, 12’ê Kanûnê jî li Wanê bi girseyî çalakiya meşê li dar bixin. Êdî sebra gelê kurd nema ye, ji ber wê banga me li hemû kesan ew e ku piştgiriyê bidin vê çalakiyê.”   Civîn piştî pirsan bi dawî bû.