Di Nobeda Edaletê de ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bang 2022-12-01 14:21:06   ÎZMÎR - Medîne Kaymaz ku yek ji çalakgerên Nobeda Edaletê ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin hat destpêkirin e, diyar kir ku heta bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin ew ê çalakiya xwe bidomînin û banga bila demildest hevdîtin bên destpêkirn kir.    Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan tê şewitandin bên berdan û tecrîd bê rakirin dabûn destpêkirin di roja 145'emîn de  li ber ber Baroya Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiyê de berdilkên bi nivîsên "Deng bidin zindanan" û "Ji girtiyên nexweş re azadî" hatin li xwe kirin. Rêxisitna HDP'ê ya Navçeya Menemena Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî piştgirî da çalakiyê.   'Divê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin'   Dayika girtiyê nexweş Bayram Kaymaz lê ku li Girtîgeha F-2 ya Tekîrdagê tê girtin  Medîne Kaymaz, diyar kir ku heta bi Ocalan re hevdîtin neyê kirin wê çareserî ne pêkan be.  Medîne ev tişt got, "Nobeda me ya Edaletê îro dikeve meha 10'an. Em dibêjin bila înfaza zarokên me neyê şewitandin û ên nexweş jî bên berdna. Piştî 30 sal cezayê girtîgehê polşmanî li girtiyan tê ferzkirin. Em vê qebûl nakin. Hat ku bi Ocalan re hevdîtin neyê kirin wê ev pirsgirêk çareser nebe.  Aştî di dest wî de ye. Êdî bes e. Em ji bo herkesî edaletê dixwazin . Divê dewlet dest ji lîstikên xwe berde. Cenzeyên zarokên me di qutiyan de tên."   'Baweriya me bi dewletê tune ye'   Medîne diyar kir ku ew 20 meh e ji Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê girtin agahî tune ye û wiha got, "20 meh e agahî nayê girtin û bi parêzerên xwe re hevdîtinê nikare bike. Baweriya me bi dewletê tune ye û em ê tîkoşîna xwe bidomînin."   'Kurd nayên lîstikan'   Medîne diyar kir ku pêkanînên kêfî ên li girtîgehan zêde bûne, her tişt bi pere tê girtin û kincên wan jî bi awayê kêfî nadin wan . Medîne wiha dawî li axaftina xwe anî, "Kur ne kurdên berê ne wê neyên lîstikan. Em dest ji vê têkoşînê bernadin wê têkoşîna me zarokên me dewr bigirin. Ji bo hilbijartinê jî lîtik tên lîstin ê tu eleqeya me pê tune ye em aştiyê dixwazin. Hemû cureyên zilmê dikin heta bi bikaranîna çekên kimyewî.  Hata ku Ocalan azad bibe û zilma li ser zarokên me bi dawî bibe em dest ji têkoşînê bernadin."