Rejîma Îranê ji bo Fahîma Karîmî biryara darvekirinê da 2022-12-01 14:01:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dike. Li dijî serhildana gel mudaxaleya rejîmê jî tund e. Her roj derbarê kesekê yan jî kesekî de biryara darvekirinê tê dayin. Rejîmê derbarê Fahîme Karîmî de biryara darvekirinê da.    Rejîma Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî ya di 16’ê Îlonê de hat îşkencekirin, bi sedan kes qetil kir û girtinên ku deh hezaran derbas dike pêk anî. Tê zanîn ku ji gelek beşên cuda yên civakê welatî hatine girtin û bi darizandin û biryara darvekirinê re li girîgehan tên sekinandin. Li gorî nûçeyên duh hatin belavkirin, hat hînbûn ku li jinek bi navê Fahîma Karîmî bi hinceta beşdarî xwepêşandanan bûye cezayê darvekirinê hatiye dayîn. Di darizandinên hatin pêkanîn de, tê ragihandin ku ji bilî Fahîme Karîmî ji hejmarek zêde ya girtiyan re jî bi hinceta beşdarî xwepêşandanan bûne biryara darvekirinê hatiye dayîn.   Her wiha li gorî agahiyan Fahîma Karîmî dayika 3 zarokan e û sewqî girtîgeha Khorin Pakdaşt hatiye kirin.