Jinên ku hatin binçavkirin emniyeta Enqerê îşkence li wan kir 2022-12-01 13:56:15     ENQERE - Jinên ku di çarçoveya lêpirsîna li dijî TJA'yê de li bajarên cuda cuda hatin binçavkirin, 36 saetan bi awayê lelepçekirî hatin girtin û bi wî rengî heta Enqerê birin.   Di çarçoveya lêpirsîneka ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin de, duh di serî de Amed li gelek bajaran operasyonên qirkirina siyasî hatibûn kirin. Di vê lêpirsînê de derbarê 50 jinan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn û 18 jin hatibûn binçavkirin. Duh êvarî jinên ku li Amed û bajarên cuda cuda hatibûn binçavkirin, birin Enqereyê.   Derket holê ku roj û nîvekê nan û av nedane jinan û dema ku bi şev gihiştine emniyeta Enqereyê jî jinan bi tenê av vexwarine. Hate diyarkirin ku polîsên Enqereyê destê jinan ji paş ve kelepçe kirine dema ku endama TJA’yê Fîgen Ektî li hemberî vî tiştî li ber xwe daye, îşkence lê hatiye kirin, porê wê hatiye kişandin, çêr û heqaret li hemû jinan hatine kirin.   Fîgen Aras jî ya ku ji ber qezaya trafîkê hestiyê serê wê derizîbû, ligel ku tevî raporên tendirustiyê bi dozgerê lêpirsîna hevdîtin kir jî hate diyarkirin ku ev rewş li ber çavan nehatiye girtin. Di heman demê de hatiye diyarkirin ku ji ber nexweşiya Vertigoyê divê derb li serê wê nekeve jî polîsan bi qestî li serê wê dane.   Hat diyarkirin jineke ku bi nexweşiya penceşerê ye û tedawiya kemoterapiyê dibîne jî hatiye binçavkirin.   Hat diyarkirin ku polîsên Enqereyê li ser navê ‘sohbetê’ dixwaze agahiyê ji jinan bigire.