Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' didome 2022-12-01 11:25:09       NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' didome   Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê raperîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi şewazên cuda berdewam dike. Herwiha pîrozbahiyên ji bo binketina tîma futbolê ya Îranê ji bo nîşandana bertekan bûye derfetek.   Duh li gelek navendên xwendinê yên Rojhilatê Kurdistanê xwendevanan bi govendê kêfxweşiya xwe ji bo binkeftina tîma futbolê ya Îranê ya di kûpaya cîhanê de destnîşan kirin. Li gorî wan tîma futbolê nûnertiya desthilatê dike, ne xelkê.   Tê gotin ku li bajarê Bokanê ciwanê bi navê Awat Qadirpûr ku ji berî çend rojan di xwepêşandanan de bi giranî birîndar bûbû û hefteyekê li nexweşxaneyê mabû jiyana xwe ji dest daye.   Li bajarê Sine ji bo tevlîbûna merasîma çilrojiya Ramîn Fathî bang hate kirin ku biryar e îro li ser gora wî pêk were. Ramîn Fathî piştî ku hatibû girtin di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dabû.   Li bajarên Îranê jî şahiyen ji bo binkeftina tîma futbolê ya Îranê berdewam kirin. Greva perestar, karker û şofêrên barhilgiran jî berdewam kir.   Herwiha ji bo amadekariyên xwepêşandanên giştî yên di hefteya bê de, bangawî hatin belav kirin.   Li gorî bangewaziyê wê di rojên 5, 6 û 7’ê Kanûnê de xwepêşandan û nerazîbûnên giştî pêk werin.