ROJEVA 1'Ê KANÛNA 2022'YAN 2022-12-01 09:00:00     *“Çi qanûn bê derxistin bila bê derxistin, her çiqas der barê ku çiqas ceza tê dayîn sererastkirinên tehdîdwarî bên kirin jî, ez, tu û hûn em ê dest jê bernedin. Em ê tu car dest ji ragihandina rastiyê, ji gotina rastiyê, bernedin. Em ê ji şaşiyê re bêjin şaşî ye.” JI PÊNÛSA JINÊ    * Ji Komeleya Berî Jin û Zarok Parezêr Ebrû Tozbey, kir ku ji 16 jinên li Şirnexê hatine qetilkirin kujerên 14 jinan ne diyar in û got: “Li Şirnexê bûyerên tecawûz û qetîlkirina jinan gelek zêde ne lê belê derbarê van bûyeran de pêşketin û lêkolîn nîne. Piraniya dozên jinan bê encam tên hiştin û nayên lêkolînkirin.” DÎMEN HEYE   *Botan bi çand, huner, dîrok û têkoşîna xwe bi nav û dengê. Niha jî li hemberî polîtîkayên taybet ên şer ên wekî bê nasname hiştin, koçberkirin û qirkirina xwazeyê ya bi salan e tên meşandin li ber xwe dide. (DOSYA) BI DÎMEN    *Jinan diyar kirin ku binçavkirin bi armanca astengkirina bernameyên TJA û krîmînalîzekirina TJA’yê tên kirin û gotin jinên kurd bi van polîtîkayên şer nikarin bên bêdengkirin. BI DÎMEN    * Jinên siyasetmedar, êrişên li dijî Kobanê ku tê kirin şermezar kirin û gotin: “Kesên ku berê gotin ‘Kobanê ket, ha ket’ bila bizanibin ku bi van êrişan jî nikarin Kobanê bixin. Kobanê mînaka şoreşa jinê ye. Ji ber vê jî roj roja xwedîderketina li Kobanê ye. Em hemû bi hev re rabin li ser piyan.” BI DÎMEN    *Berpirsiyara Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jinê ya Sûriyeyê, Mizgîn Hesen têkildarî wargehên Hol û Rojê yên ku demek dirêj e di rojevê de ne gumanên xwe parve kir û got: "Em li herêmê û li van wargehan jî xebatê didin meşandin. Lewra em hemû jî di wê qeneetê de ne ku ev wargehana xwedî xeteriyek mezin in. Di şerê dawî yên dewleta tirk de ev gefên li ser wargehê zêdetir dibin. Pêwîst e dewletên navneteweyî jî xwedî li vir derbikevin û bi bêdengiyê piştgiriyê nedin qirkirinan." DÎMEN HEYE   *Yek ji parêzerên doza Sûrê Cemîle Turhalli Balsak diyar kir ku armanca dadgehê eve ku demildest ceza bide kesên tên darizandin û dozê bigirin. BI DÎMEN   *Gulistan Kiliç Koçyîgît a HDP’yî ku di heyeta ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serlêdan kiriye cih digire, da zanîn ku di rewşa tiştekî neyînî ya derbarê Abdullah Ocalan de hebe berpirsyariya CPT'yê tê de heye û got: “Em vê polîtîkaya tunekirina li hember Birêz Ocalan, şer û konsepta tecrîdê tu car qebûl nakin. Birêz Ocalan xeta sor a gelê Kurd e.” DÎMEN HEYE