KNK: Pêwîst e CPT berpirsyariya xwe bi cih bîne 2022-11-30 22:36:19   NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê li ser tecrîda li Îmraliyê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê CPT û Konseya Ewropayê berpisyariya xwe bi cih bîne û gele Kurdistanê û cihanê agahdar bike.    Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî daxuyaniya Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya têkildarî Îmraliyê, daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku  bi qasê dewleta Tirk, CPT û Konseya Ewropayê jî ji rewşa Îmraliyê berpirsyar in.    Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:   “Zêdeyî 20 mehan e ku haya me ji birêz Abdullah Ocalan nîn e. Birêz Ocalan ev 24 sal in di bin tecrîdeke giran de li girava Îmraliyê tê ragirtin. Herî dawî 25’ê Adara sala 2021’ê bi qasî 5 deqeyan bi telefonê bi birayê xwe re axivî. Piştî wê axaftinê ne malbatê, ne parêzerên wî û ne jî kesek din, ew nedîtiye û pê re neaxiviye. Li gel hemû serlêdanên malbatê û parêzeran, dewletê nehiştiye ku kesek biçe wî bibîne. Heman tecrîda girankirî li ser sê girtiyên din birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş jî, bi heman awayî li Îmraliyê tên ragirtin.   Meha Îlonê ya çûyî, nûnerên CPT’yê çûn girava Îmraliyê. Heta niha li ser rewşa birêz Ocalan û girtiyên din, tu agahî nedane. Li gorî daxuyaniya parêzerên birêz Ocalan, dema CPT çûye Îmraliyê, Birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê. Ev rewşeke nû ye û cihê dilgiranî û metirsiyê ye. Em daxuyaniya parêzeran bi cidî dibînin û em ê şopdarê vê rewşê bin.    Dewleta Tirk berpirsyar e   Dewleta Tirk, bi her awayî ji vê rewşê berpirsyar e. Her çi hebe, çi dibe bila bibe, dewleta Tirk berpirsyar e û ji sala 1999’an ve bi destên rayedarên Tirk bêedaletiyeke mezin li Îmraliyê tê kirin. Bi qasî dewleta Tirk, CPT û Konseya Ewropayê jî ji vê rewşê berpirs in.   CPT saziyek a Konseya Ewropayê ye. Divê CPT û Konseya Ewropayê demildest bi erka xwe rabin û xelkê Kurdistanê û cîhanê agahdar bikin û bi lez û li ser rewşa birêz Ocalan û girtiyên din bisekinin.   Lewma em bang li CPT’yê û Konseya Ewropayê dikin ku dengê xwe bikin û li ser vê rewşê demildest agahiyekê bidin. Em bang li hemû kurdistanî û dostên wan dikin ku xwedî li birêz Ocalan û girtiyên din derkevin û Kampanyaya Azadiyê ya birêz Ocalan bi awayekê xurttir bi rê ve bibin.”