Ji 'Nobeta Edaletê' bang: Divê li Îmraliyê hevdîtin bê kirin 2022-11-30 16:44:24     ÎZMÎR - Çalakvana "Nobeta Edaletê" ya Îzmîrê Hanim Sever, di çalakiya îro de diyar kir ku divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin û her wiha hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê kirin.    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Îzmîrê ya ji bo bal kişandina ser rewşa girtiyên nexwey û binpêkirina mafên girtiyan îro li ber Girtîgeha Kiriklarê pêk hat. Çalakiya malbatan 144 roj in didome. Malbatên girtiyan berdilkên li ser “Deng bidin zindanan” û “Ji girtiyên nexweş re azadî" nivîsî lixwekirin û dirûşma “Jin jiyan azadî”, “Ji şer re na, hema niha aştî" û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê ji bo piştevaniyê tevlî çalakiyê bû.    Dayika Medet Sever ê li Girtîgeha  Bandirmayê girtî ye Hanim Sever di çalakiya îro de axivî û got: "Êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê bê bidawîkirin. Em tenê aştiyê dixwazin. Lê belê li Tirkiyeyê edalet û demokrasî nîne. Niha her kes çav û guhê xwe girtiye. Êdî sebra me ya dayikan nemaye. Divê êdî tecrîd bê bidawîkirin û girtiyên ku cezayên wan qediyane divê bê berdan.    Her wiha divê li Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin."   Daxuyaniya malbatên girtiyan bi dirûşmeyan bi dawî bû.