'Jina kurd serî netewand, wê netewîne' 2022-11-30 16:03:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî binçavkirina jinan de wiha hat gotin:"Tu jina kurd li dijî vê sîstemê serî netewand. Têkoşîna jinê ya darizandin."   Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de bi iddiya "rêveberiya rêxistinê","endamtiya rêxistinê","kirina propagandaya rêxistinê" li 14 bajaran operasyona hemwext hat kirin û bi 57 malan de hat girtin. Hat hînbûn derbarê 50 jinî de biryara binçavkirinê heye û heta niha 16 jin hatine binçvakirin.    Binçavkirina jinan li gelek bajaran hat binçavkirin.    Mêrsîn   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Mêrsînê li Parka Zarokan a Azad daxuyanî da û bertek nîşanî binçavkirinan da. Hevseroka Mêrsînê Bedriye Kuş, da zanîn îktidar dixwaze têkoşîna jinê tasfiye bike û got operasyonên qirkirina siyasî didomin.    Bedriye bang li jinan kir ku li dijî dafika hem jin xwe biparêzin û got ew ê tu carî dev ji têkoşînê bernede.    Mêrdîn   Li Mêrdînê jî kirina bin çavan a jinan li ber avahiya HDP'ê hat şermezarkirin. Polîsan avahiya partiyê dorpêç kirin. Rêvebira HDP'ê Ayşe Bozan da zanîn ku heta ew hevalê xwe azad bikin ew ê li ser piya bin û got bi têkoşîna jinê wê gel azad bibe.   Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Ne jinan re ji kujeran re barîkat" bi dawî bû.