Li Şirnexê binçavkirina jinan hat şermezarkirin 2022-11-30 16:02:06   ŞIRNEX - TJA, têkildarî binçavkirina jinan daxuyaniya çapemeniyê da û destnîşan kirin ku ji têkoşîna jinên azad ditirsin. Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kes nikare agirê serhildana jinan bitemirîne.   Tevgera Jinên Azad(TJA), têkildarî binçavkirina jinan a ku di çarçoveya opersyona  ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatiye destpêkirin, li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya navçeya Cizîrê daxuyaniyek da.    Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka HDP’ê ya bajarê Şirnexê Sabuha Akdag ve hate xwendin. Sabuha destnîşan kir ku ji têkoşîna jinên azad ditirsin û got: “Ji ber ku modela îro li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye holê, diyarî hemû jinên cîhanê hatiye kirin û bûye hêviya jiyana hevpar a hemû jinan û gelan. Îro têkoşîna jinê ya li Îranê belavî hemû cîhanê bûye û bi bilindkirina dirûşma "Jin, jiyan, azadî" rixmî hemû êrîşan belavê cîhanê dibe.”   Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:   Li Afganîstanê ji ber ku dibînin jin soza dilsoziya bi rejîma Talîbanê re nade û gavekê jî paşde navêjin, têkoşîna jinan dikin hedef. Armanca bingehîn a hikûmetê çavtirsandina jinên li dijî faşîzmê li ber xwe didin e, ji bo parçekirin û parçekirina têkoşînên wan e. Îro li her dera Tirkiye û Kurdistanê jin tên hedefgirtin. Ji xwe îro bi taybetî tevgera jinên Kurd hedef hatiye girtin. Lê belê ev yek di rastiyê de êrîşa li dijî tevahiya têkoşîna jinê ya li Tirkiyeyê ye.   Hûn nikarin agirê me yê serhildanê bitemirînin   Ev êrîş di rastiyê de ne tenê ji bo têkoşîna jinê, di heman demê ji bo jinên ku îdîa dikin civakê azad dikin û îro pêşengên civakê ne, peyamek e. Desthîlatdar bi vî yekê peyamê dide hemû jinan; Dibêje , 'Xwe bi rêxistin nekin , negihîjin hev , tênekoşin , li hemberî şîdeta mêr tehamûlê bikin'. Dixwazin jin soza dilsoziya bi mêr û dewletê re bidin. Em dibin hedefa zilamên ku her roj di nava civakê de provoke dikin. Zîhniyeta bi serdestiya mêr, ku ji zanist, berxwedan û têkoşîna jinên Kurd ditirse, nikare agirê me yê serhildanê yê bilind bûyî vemirîne. Em neheqî û bêhiqûqiya we ya dewleta mêr qebûl nakin û em vîna xwe ti carî radestî dewletê nakin. Bi demildest 14 hevrêyên me yên jin ên girtî serbest berdin."