Kesê ji doza êrîşa zayendî dihat darizandin beraet kir 2022-11-30 13:34:28     ŞIRNEX - Ahmet Acar ê ku li Basayê êrîşa zayendî li zaroka 11 salî kir û derbarê wî dedoz hatibû vekirin hat beraetkirin   Li navçeya Basa ya Şirnexê dikandar Ahmet Acar yê 68 salî, di 5'ê Tîrmehê de êrîşa zayendî li zaroka 11 salî kiribû. Bûyer piştî ku zarokê ji bavê xwe re vegot û malbatê bi rêya parêzerên xwe giliyê Ahmet Acar kir eşkere bibû. Piştî giliyê hat kirin Ahmet Acar hatibû binçavkirin û piştre jî bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan. Piştre Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê der barê kiryar de ji sûcê "Êrîşa zayendî ya li dijî zaorkê"  îdîaname amade kir. Îdîaname ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê ve hatibû qebûlkirin.   Îro danîşîne duyemîn a dozê hat dîtin. Şandeya dadgehê, faîl û parezêr li eywana dadgehê amade bûn. Zarok jî bi rêya SEGBÎS’ê tevli danîşînê bû.   Danîşîn bi îfadeya zarokê destpê kir. Zarokê di îfadeya xwe de diyar kir ku ew ji Ahmet Acar ne gilîkar e û anî ziman ku bûyer nayê bîra wê.   Parezera zarokê jî destnîşan kir ku zarok di bin zexta kiryar Ahmet Acar  de ye û daxwaza girtina Ahmet Acar kir.   Ahmet Acar jî di parastina xwe de hemû îddîayên derbarê xwe de red kirin û berdana xwe xwest.    Şandeya Dadgehê piştî navberek kurt biryara xwe eşkere kir û Ahmet Acar beraet kir.