'Berpirsên vê zilmê Serokomar û Wezîrê Dadê ye' 2022-11-30 12:23:34     AMED - Încî Guler a di çalakiya Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan de axivî wiha got:"Berpirsên vê zilmê Serokomar û Wezîrê Dadê ye."   Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan li Amedê ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin bên berdan li ber ATK'ê dewam kir. TUAY-DER, MEBYA-DER, MED-DER tevlî çalakiyê bûn.    'Wê li zindanê û li derve serhildan bidome'   Încî Guler a di çalakiya Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan de axivî wiha got:"Berpirsên vê zilmê Serokomar û Wezîrê Dadê ye. Li girtîgehan girtiyên rewşa wan a tendirustiyê pir xirab hene. Ne partiyên siyasî ne jî saziyên cemaweriyê di vê mijarê de bi wijdan tev nagerin. Lê em ji wan re dibêjin 'îro em in sibehê hûn in'. Bila girtiyên nexweş bên berdan. Wê li zindanê û li derve serhildan bidome."   Çalakî bi dirûşmên "Heq, hiqûq, edalet","Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.