Aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin 2022-11-30 08:31:02   ENQERE -  Di çarçoveya lêpirsîna ku li Enqerê hatî destpêkirin de aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) bi ser 57 malên li Mûş, Mêrdîn, Stenbol, Amed, Edene, Sêrt, Wan, Agirî, Îzmîr, Riha, Mêrsîn, Dîlok û Şirnexê de hate girtin. Endamên TJA û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de derbarê 50 jinan biryara binçavkirinê hate dayîn. Lêpirsîn xwe dispêre beyanên şahidên veşartî û eşkere, raporên MASAK’ê û encamên lêkolînên materyalên dîjîtal ên ku berê di serdegirtinan de hatibûn desteserkirin.   Di çarçoveya lêpirsînê de li Amedê aktîvîstên TJA’yê Fîgen Ektî, Mekiye Ormanci, Dîdar Çeşme, Zekiye Guler, Bedîa Akkaya, Sûltan Esen, Hatîce Gungor, Endama Akademiya Jinê Fîgen Aras, Pinar Ceylan û Yelîz Ayyildiz Kiyak, li Îzmîrê D.A. û li Mûşê jî Merve Tekîn Demîrel hatin binçavkirin. Hat zanîn ku jinên li Amedê hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Amedê têne ragirtin.   Her wiha li Amedê di serdegirtana malan de aktîvîsta TJA'yê Zeynep Boga hat binçavkirin.    Tê payîn ku jinên ku hatî binçavkirin bînin Enqerêye. Her wiha derbarê lêpirsîna ku biryara nepeniyê hatiye dayîn de ji parêzeran re tu agahî nayên dayîn.