Ayşe Acar Başaran: Felsefeya jin jiyan azadî tê hedef girtin 2022-11-29 13:03:34     ENQERE -  Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, derbarê êrişên li hemberî jinan de daxuyaniyek da û got: "Felsefeya 'Jin jiyan azadî' hedef hat girtin û bi dehan jin hatin binçavkirin. Lê divê bê zanîn ku bi binçavkirinan jin paşve gav navêjin, jin dê têkoşîna xwe bidomînin."   Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” li 14 bajaran derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê da. Lêpirsîn, di çarçoveya îfadeyên şahid û şahidên nepen de hatiye vekirin û li gelek bajaran polîsan bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku di encama serdegirtinan de gelek jin hatin binçavkirin. Derbarê mijarê de berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li avahiya navendê ya giştî daxuyaniyek da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Em armanca operasyonê dizanin. Em carek din ketin pêvajoya hilbijartinê. Aliyek şer û kaosê kûr dike, aliyek jî hêzên civakî hedef digire. Di 25'ê Mijdarê de AKP carek din li gorî xwe tevgeriya û êrişê daxuyaniyên ku ji bo 25'ê Mijdarê de hatî dayîn kir. Di 25'ê Mijdarê de li Amed, Wan, Agirî, Sêrt, Şirnex û Osmaniyeyê her wiha li gelek bajaran jin bi êrişa dewlet-mêr re rûbirû ma û li hemberî jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin barîkat hatin danîn. Li Stenbol û Enqerê di meşê şev de heman zîhniyet êrişê jinan kir.   Em ê her têbikoşîn   Di 25'ê Mijdarê de li tevahiya cîhanê jin daketin qadan. Li Tirkiyeyê jî jin bûn hedefa îktîdarê. Li Şirnexê 23 jin bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Endama Dayikên Aştiyê Nebahat Îşçî jî ji ber êrişa polîsan milê wê ji cih derket. Li Stenbolê rêyên ku ber bi Taksîmê ve diçe ji hêla polîsan ve bi barîkatan hatin girtin. Jin bi OHAL'ê re rûbirû man. Dewlet li hemberî jinan şîdetê bikaranî. Li Stenbolê herî kêm 200 jin di encama êrişan de hatin binçavkirin. Çîmê Dîlber Turker ji hêla polîsan ve hat şikandin. Jinên ku gotin 'Em şîdetê û şer naxwazin, em aştî û wekheviyê dixwazin' ji hêla polîsan ve lêdan xwarin û çîmê wan hatin şikandin. Dîmen kêşandina rojnamegeran hatin astengkirin. Kedkarên çapemeniyê li vir bûn û hemû raya giştî ya cîhanê êrişên ku pêk hatî dîtin.    Li Stenbolê jinên ku ji Azerbeycan û Îtalyayê hatî ji ber ku tevlî çalakiyan bûn bi dersînorkirinê hatin tehdîtkirin, ligel her tiştî jin di 25'ê Mijdarê de gotin 'Em ê têbikoşîn, em îtîatê nakin û em ê ji bo ji holê rakirina rejîma faşîst têkoşîna xwe bidomînin' û daketin qadan.    Dîmenên îşkenceyê yên Garîbe Gezer derketin holê    Her wiha dîmenên îşkenceyê ya li hemberî Garîbe Gezer pêk hatî derket holê. Piştî ku Garîbe Gezer jiyana xwe ji dest ta derbarê dosyayê de biryara bêşopandinê hat dayîn. Piştî ku dîmen di çapemeniyê de derketin holê me dît ku Garîbe Gezer çawa îşkence dîtiye. Raya giştî jî vê îşkenceyê dît. Çarçoveya ku îktîdar ji bo jinan daniye ev tişt e. Hûn têkoşînê nadin, hûn divê daxwaza azadiyê nekin, li hemberî şîdet, faşîzim û şer li ber xwe nadin. Ji ber vê sedemê êrişê çalakiyên jinan ên 25'ê Mijdarê kir.    Dixwazin peyamek bidin civakê    Di hefteya 25'ê Mijdarê de li hemberî Tevgera Jinên Kurd ango Tevgera Jinên Azad (TJA) operasyonek pêk hat. Beriya niha jî me ev fîlm û seneryo dîtibû. Îqtîdar di her tengasiyê de têkoşîna jinan hedef digire, li ser vê esasî li ser piyan dimîne. Niha dikarin bi dehan dosya amade bikin. Bi şahîdên nepen û bi gotinên îtîrafkaran jin tên binçavkirin. Jinên ku li hemberî faşîzmê li ber xwe didin dibin hedefa sereke ya îqtîdarê. Îro li Tirkiye û Kurdistanê jin dibin hedef, bi taybetî jî Tevgera Jinên Kurd tên hedef girtin. Di eslê xwe de ne tenê têkoşîna jinên kurd, jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin hedef tên girtin û peyamek dixwazin bidin civakê. Îqtîdar vê peyamê dide jinan 'Bêrêxistin bimînin, necivîn, têkoşînê nedin, li hemberî şîdetê bêdengbin û îteatê bikin'.    Jinên têdikoşin hedef tên girtin   Îro li Tirkiyeyê herî kem jinek ji hêla mêr ve tê qetilkirin. Mirina bi dehan jinan jî bi guman e. Jin bi şîdet, mobbîng, taciz û tecawizê re rûbirû dimîne. Jin bi xizaniyê re rûbirû dimîne. Lê belê îqtîdara ku wan pirsgirêkan çareser bike jinên ku têdikoşin hedef digire. Ji têkoşîna jinan ditirsin. Ji ber ku îro li Rojava, modelek derket holê û şoreşa ku li vir derketî holê diyarî hemû jinên li cîhanê hat kirin. Şoreşa ku pêk hatî ji bo hemû gelan û jinan bû hêviyek, ji ber vê yekê jî bêtir êrişê li Rojava dikin. Îro li hemberî rejîma Molla yê Îranê têkoşînek heye û êrişeke mezin heye. Jin li dijî her cureyên êrişan bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ber xwe didin. Li vir jî têkoşîna jinan hedef tê girtin. Li Efganîstanê jî ji ber ku jin li dijî rejîma Talîbanê li ber xwe didin tên hedef girtin lê belê jinên li vir jî paşve gav navêjin.    Dê têkoşîn bidome   Em ji vir careke din dibêjin, wê tu heêz nikaribe têkoşîna jinê rawestîne, heta ku hevaleke me ya TJA'yî, HDP'yî, feminîst û û sosyalîst a jin bimîne dê têkoşîna me bidome. Em careke din bdibêjin ku wê îqtîdara AKP -MHP'ê ya şer nikaribe gavê bi me paşde bide avêtin. Em ê vê îqtîdarê ji holê rakirin û wê tu hêz nikaribe li hemberî vê bisekine. Em ê bi hevalên x we yên jin re têkoşîna xwe mil bi mil bidomînin.   Li her qadê berxwedan   Li vîr di serî de jin ez bang li rayagiştî ya demokratîk dikim. Xirakirina vê lîstika îqtîdarê di dest me de ye. Ger ku em bên gel hev û bi hev re tifaqa xwe çêbikin m ê bikaribin vê îqtîdarê têk bibin û ya nû li şûnê ava bikin. Tu jin bi gotina wan a 'terorê' ku dixwazin bi vê gotinê îlegalîze bikin bawer nabin. Lê em mecbûrin ku li dijî vê rêxistineke bi hêz ava bikin. Werin em bi hev re vê îqtîdarê têk bibin. Em ê bi jinên ku li Tirkiye û Kurdistanê derdikevin qdan û li dijî êrîşên we derdikevin re têkoşîna xwe bidomînin. Ji wan jinên ku li paş dîwaran li ber xwe didin bitirsin. Ji wan jinên ku li malan li Fabrîkayan, li nav zeviyan û li hemû qadan li ber xwe ddiin bitirsin. Ên ku pêşerojê ava bikin jî em in.  Ji vir kesên ku li me temaşe dikin jî bi rêzdarî silav dikin. Jin jiyan azadî."   Piştî daxuyaniyê Meclisa Jinan a HDP'ê, ji bo ku xeta xwe ya têkoşînê diyar bike derbasî civînê bû.